50 mîlyon koçberan 110 mîlyar dolar şandin welatên xwe

50 mîlyon koçberên li Yekîtiya Ewropa û Federasyona Rûsya dixebitin 110 mîlyar dolar pere şandine welatên xwe.

50 mîlyon koçberên li Yekîtiya Ewropa û Federasyona Rûsya dixebitin 110 mîlyar dolar pere şandine welatên xwe. Hat ragihandin ku ev ji çaran yekê hewaleyên pereyan ên li tevayî cîhanê ye û ev pere tê texmînkirin ji bo pêşketinê wê bê bikaranîn.

Li gor rapora Fona Çandiniyê ya Navneteweyî (IFAD) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, pereyên ku biyaniyên li welatên Ewropayê dixebitin ji welatên xwe re şandine di sala 2014’an de herî kêm 109,4 mîlyar e.  Di raporê de hat diyarkirin ku koçberên biyanî ji bilî bankayan bi rêyên din jî pereyan dişînin û lewma reqam hê zêdetir e.

Pereyên ku koçber dişînın welatên xwe ku li Rûsyayê 20,6 mîlyar dolar e, di rêza duyemîn de bi 17,1 mîlyar dolar Brîtanyaya Mezin e. Ji Elmanyayê 14 mîlyar dolar, li Fransayê  10,5 mîlyar dolar, li Îtalyayê  10,4 û ji Îspanyayê  9,6 mîlyar koçberan şandine welatên xwe.

150 MÎLYON KES JÊ FEYDEYÊ DIGIRIN

Di rapora IFAD a xwe dispêre lêkolînan pereyên ji Ewropayê tên şandin herî kêm 150 mîlyon kes jê sûd werdigirin.