Şerê li Helebê dijwar bû

Li gelek taxên Helebê di navbera çekdarên muxalefetê û rejîma Baasê de pevçûnên dijwar rû dan.

Di bombebarana hêzên rejîma Baasê de ya li dijî tax û gundewarê Helebê herî kêm 3 welatiyên sîvîl jiyana xwe ji dest dan. Her deverên di bin destên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de ji aliyê çekdarên muxalefetê ve rastî topbaranê hatin. Li gelek taxên Helebê jî di navbera çekdarên muxalefetê û rejîma Baasê de pevçûnên dijwar rû dan.

3 SÎVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Balafirên rejîma Baasê gelek tax û deverên bajarê Helebê yên wekî Kelasê, Qatircî, Salihîn, gundê Kefer Kermîn, bajarokên Etarêb, Enedan, Kefer Hemra, Hirêtan, gundên Rityan, El-Melah, Diwêr Zeytûn, devera Kastêlo û rêya Dîlokê yên bakurê Helebê û derdora balafirgeha leşkerî ya Kiwêris a rojhilatê Helebê bi bermîlên bombeyî bombebaran kirin. Di encamê de herî kêm 3 welatiyên sîvîl jiyana xwe ji dest dan û ziyanên giran li mal û mulkên welatiyan bûn.

DI ÊRÎŞA HÊZÊN MUXALÎF DE JÎ SÎVÎL BIRÎNDAR BÛN

Her wiha deverên di bin destên rejîma Baasê de yên wekî Şarêh Nîl a bajarê Helebê û derdora gundê Başkoy ê bakurê Helebê ji aliyê çekdarên muxalefetê ve rastî topbaranê hatin. Di encamê de topavêjeke rejîmê hate rûxandin û gelek kes ku di nava wan de sîvîl jî hebûn birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Bakur Rojhilatê Helebê gundên Hirbêl, Um Hoş û Til Qirah ku piraniya şêniyên van gundan Kurd in topbaran kirin. Di encamê de li gorî agahiyên hatine bidestxistin 2 welatiyên sîvîl bi giranî birîndar bûne.

14 MUXALÎF Û 8 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Çekdarên muxalefetê bi topên bi destan hatine çêkirin, baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Til Mald topbaran kirin. Di encamê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Li aliyekî din li derdora gundên Um Hoş û Um El-Qura di navber çeteyên DAIŞ’ê û çekdarên muxalefetê de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di encama şer û pevçûnan de 14 çekdarên muxalefetê hatin kuştin û 25 çekdarên din jî birîndar bûn. Her wiha herî kêm 8 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin kuştin.

PEVÇÛN DIDOMIN

Li taxên Xaldiyê, Raşdîn û Lêremûn di navbera çekdarên muxalefetê û leşkerên rêjîma Baasê de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Li gorî agahiyên der barê encaman de hatine bidestxistin ji her du aliyan gelek kes hatin kuştin. Şer û pevçûn li heman deveran bi dijwarî berdewam e.