Ji endamên DAIŞ'ê yên li Mûsilê hatin kuştin 8 jê ji Elmanya ne
Di bombebarana li hemberî DAIŞ'ê de, ku bi çeteyên ji gelemperiya cîhanê kom kiriye re komkujiyên xwe dewam dike, bi dehan çete hatin kuştin.
Di bombebarana li hemberî DAIŞ'ê de, ku bi çeteyên ji gelemperiya cîhanê kom kiriye re komkujiyên xwe dewam dike, bi dehan çete hatin kuştin.
Di bombebarana li hemberî DAIŞ'ê de, ku bi çeteyên ji gelemperiya cîhanê kom kiriye re komkujiyên xwe dewam dike, bi dehan çete hatin kuştin. Hat ragihandin ku ji çeteyên di bombebarana li Mûsilê de hatin kuştin, 8 jê ji Elmanyayê çûne.
Li gorî agahiyên ji rayedarên Başûrê Kurdistanê hatin wergirtin, di êrîşa balafirên DYA ya li gundê Askî Mûsilê de herî kêm 22 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Der barê dema bombebaranê de agahî nehat dayîn, lê belê hat ragihandin ku ji van çeteyên hatine kuştin 8 jê ji Elmanyayê tevlî DAIŞ'ê bûne.
Hat gotin ku cenazeyên hatine bidestxistin, ji bo otopsiyê radestî rayedaran hatine kirin.
DAIŞ a ku bi komkujiyên li Kurdistan, Iraq û Sûriyeyê re ji bo mirovahiyê weke qirêjiyekê tê dîtin, tê texmînkirin ku deh hezaran endamên xwe ji welatên biyanî peyda dike. Ji van bi qasî 600 çete ji Elmanyayê tevlî DAIŞ'ê bûne.