Lufthansa û xebatkar li hev nakin

Di muzakereyên navbera Şîrketa Rêyên Hewayî ya Elmanyayê Lufthansa û xebatkarên wê de, aliyan li hev nekirin. Çav li rê ye ku li şîrketê grevên nû xwe bidin der.

Di muzakereyên navbera Şîrketa Rêyên Hewayî ya Elmanyayê Lufthansa û xebatkarên wê de, aliyan li hev nekirin. Çav li rê ye ku li şîrketê grevên nû xwe bidin der.

Di muzakereyên bi navbeynkariya parlamenterên berê yên Meclîsa Federal a Elman Herta Daubler-Gmelîn û Frîedrîch Merz de, encamek bi dest neket. Sendîkaya Ufo ya ku xebatkarên kabînên seferên Lufthansa de cih digirin temsîl dike, diyar kir ku şîrketê pêşniyareke nû li wan nekiriye.

Ji ber bê encam mayîna hevdîtinan, çav li rê ye ku xebatkarên kabînê ji nû ve bikevin grevê.

Di hevdîtinên ku bi qasî 19 hezar xebatkarên kabînê eleqedar dike de sendîkay Ufo li dijî planên Lufthansa yên li ser teqawîtan derdikeve. Şîrket îdîa dike ku prîmên heyî yên teqawîtan barekî giran e û dixwaze xebatkar bêhtir beşdarî fînansmanê bibin.

Lufthansa her wiha hewl dide mehanekî kêmtir ê teqawîtbûnê bide xebatkarên kabînê yên ji 55 salî û pê ve teqawît dibin.