Aboriya Fransayê wê di sala 2015'an de mezin bibe

Li Fransayê, ku ji ber sekandîbûna aboriyê ya salên dawî hejmara bêkaran giştî 6 mîlyonî, hat ragihandin ku mezinbûna aboriyê destpê kiriye.

Li Fransayê, ku ji ber sekandîbûna aboriyê ya salên dawî hejmara bêkaran giştî 6 mîlyonî, hat ragihandin ku mezinbûna aboriyê destpê kiriye.

Li gorî xebata konjontur a ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aborî û Statîstîkên Neteweyî (INSEE) hat weşandin, aboriya Fransayê wê heta dawiya vê salê bi rêjeya ji sedî 1.2 mezin bibe. Di çaryeka destpêkê ya îsal de, li gorî par mezinbûna ji sedî 0,6 pêk hat. Mezinbûna di çaryekên duyemîn û sêyemîn de jî wê bi rêjeya 0,3 pûan be.

Li gorî INSEE, aboriya Fransayê wê di çaryeka dawî ya salê de bi rêjeya ji sedî 0,4 pûanî mezin bibe.

Eger heta dawiya sala 2015'an aboriya Fransayê li gorî sala 2014'an ji sedî 1,2 mezin bibe, wê hejmara bêkaran jî di mehên pêş de bi rêjeya ji sedî 10,4 stabîlîze bibe. Têt exmînkirin ku bêkariya li welêt, wê li nîvê duyemîn ê vê salê de yan jî ji sala 2016'an û pê ve kêm bibe.

Fransa piştî krîza aboriyê ya sala 2008'an, herî dawî bi rêjeya ji sedî 1,7 di sala 2011'an de aborî mezin bûbû. Di sala 2010'an rêjeya mezinbûnê ji sedî 1,4, di sala 2012'an de di sifirê de mabû, di sala 2013'an de ji sedî 0,3 bû. Rêjeya mezinbûna aboriyê di sala 2014'an de jî ji sedî 0,4 bû.