Li Erîvanê buhayê Elektrîkê hat şermezarkirin

Li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi hezaran welatî ji ber buhabûna nirxê elektrîkê herikîn kolanan û çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Polîsên ku mudaxaleyî çalakiyê kirin nêzî 240 kes binçav kirin.

Li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi hezaran welatî ji ber buhabûna nirxê elektrîkê herikîn kolanan û çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Polîsên ku mudaxaleyî çalakiyê kirin nêzî 240 kes binçav kirin.

Çalakiya şermezarkirinê ji Qada Azadiyê destpê kir. Çalakgeran xwestin buhabûna ji sedî 16’ê ya li ser elektrîkê tavilê were betalkirin.

Aloziyê hê di saetên şevê de destpê kir. Polîsan bi hezaran çalakgerên ku xwestin ber bi Qesra Serokatiyê ve bimeşin sekinandin.

Li gorî malpera nûçeyan a Armenews.com berdevkekî polîsan gotiye herî kêm 237 çalakger hatine binçavkirin.