Kiryarê komkujiya li DYA hat girtin
Li eyaleta South Carolîna ya DYA, kesê ku li dêra bi giranî welatiyên DYA'yî yên ji Afrîkayê diçûnê komkujî kir, hat girtin.

Di êrîşa li bajarê Charlestonê de, ku di hundirê dêrê de gule li derdorê hatibû reşandin, 6 jê jin 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Polîs ragihand ku piştî şopandina 14 saetan, gumanbarê komkujiyê yê hatiye girtin Dylan Storm Roof ê 21 salî ye. Polîsê Charlestonê, êrîşkarê piştî bûyerê reviya weke '21 salî, spî, mêr' pênase kiribû.
Her kes hemfikir e ku êrîş 'sûcê nefretê' ye.
Dêra Emanûel AME ya rastî êrîşê hat di sala 1891'ê de hatiye çêkirin û weke yek ji kevintirîn dêra DYA tê zanîn.
Serokê DYA Barack Obama piştî komkujiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê qanûna peydakirina çekê ya bi hêsanî, ji nû ve were nirxandin.