Talîban girt ser parlamentoya Afgan
Talîban, dema namzetê Wezîrê Parastinê yê Afganîstanê Massoum Stanîkzaî dihat nasandin li hember parlamentoya Afganîstanê êrîş pêk anî.
Talîban, dema namzetê Wezîrê Parastinê yê Afganîstanê Massoum Stanîkzaî dihat nasandin li hember parlamentoya Afganîstanê êrîş pêk anî.
Talîban, dema namzetê Wezîrê Parastinê yê Afganîstanê Massoum Stanîkzaî dihat nasandin li hember Parlamentoya Afganîstanê êrîş pêk anî. Piştî li ber avahiya parlamentoyê wesayîta bombebarkirî teqiya pevçûnên rû dan didomin.
Hat ragihandin ku êrîşa Talîbanê pêk anî didome, li parlamentoyê di navbera polîsên Afgan û endamên Talîbanê de pevçûn didomin. Di parlamentoya piştî êrîşê hat valakirin, hat ragihandin ku 18 birîndar gihandine nexweşxaneyên derdorê ji wan sê polîs in û yek parlamenterê.
Der barê teqînê de saziyên fermî ku hê ti daxuyanî nedane, Televîzyona Meclîsa Afganîstanê weşand qut kir.
Berdevkê Talîbanê yê Afganîstan hema bi destpêkirina pevçûnan re êrîş girt ser xwe. Berdevk diyar kir ku ji ber di rûniştina nasandina Wezîrê Parastinê de gelek kes amade ne ji bo êrîşê îro hilbijartine.