CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Der barê hesabgirê kampa Auschwitz de daxwaza cezayê girtîgehê
Der barê serbazekî SS de, ku di duyemîn şerê cîhanê de di navenda sereke ya qirkirina Yahudiyan Auscwîtz hesabgirî dikir, cezayê girtîgehê hat xwestin. -
WHO: Divê baca cixareyê bê zêdekirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji bo têkoşîna li hemberî tebîetê kişandina cixareyê, xwest baca ji tûtinê tê stendin bê zêdekirin. WHO xwest, baca ji cixareyê tê girtin herî kêm ji sedî 75 be. -
Şert e WHO xwe li dijî şewban ji nû ve bi rêxistin bike
Pisporan piştrast kirin ku rêxistina tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) nekarî bi têrkerî li hemberî vîrûsa Ebola ya rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar kesan vekir, têbikoş e. -
Biryara li ser Yewnanîstanê wê roja Yekşemê bê dayîn
Serokwezîrê Yewnanîstênê Aleksîs Tsîpras ê bi referandûmê re desteka gel wergirt, wê îro li Parlamenta Ewropayê biaxive. Di civîna bilind a YE ya li Brukselê de biryarek derneket. Hat ragihandin ku 'biryara dawî' we roja Yekşemê bê dayîn. -
Çeteyên El Nûsra alimê olî yê Asûrî revandin
Tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê alimê olî yê Xiristiyan ê li wîlayeta Îdlîbê tê naskirin û welatiyê Iraqê ye, revandine. Hat ragihandin ku ev alimê olî Dîa Azîz ê 41 salî ye. -
Banga rawestandina şer li hikûmeta Kolombiya û FARC'ê hat kirin
Welatên hevdîtinên aştiyê di navbera FARC û Kolombiyayê dimeşînin bang li her du aliyan kirin ku tavilê şer bisekinînin. -
Heyetên Afgan ji bo muzakereya bi Talîbanan re li Pakîstanê ne
Serokdewletê Afganîstanê Eşref Ganî da xuyakirin, ku ji bo dawî li şerê 13 sal in bi Talîbanan re tê meşandin bê anîn, heyetên muzakereyê şandiye Pakîstanê. -
Li Derya Egeyê keştiya koçberan noqî avê bû: 17 kes winda ne
Li Derya Egeyê dramek din a mirovî rû da. Keştiyek ku ji Tirkiyeyê koçber dibir Yewnanistanê noqî avê bû. Hinek rêwiyên di keştiyê de hatin rizgarkirin, lê hîna 17 kes winda ne. -
Li Yemenê şer dijwar bû: 176 mirî
Di encama bombebarana balafirên Koalîsyona li dijî Husiyan de ku bi dijwarî dom kirin 176 kes hatin kuştin. -
Ala sembola koledariyê ya li li Başûrê Carolîna wê bê rakirin
Li Başûrê Carolîna bajarê Charlestonê, 'Ala Konfederasyonê' ya ku piştî komkujiya li hemberî reşikan ji nû ve bû mijara nîqaşê, wê bê rakirin. -
Li başûrê Elmanyayê piştî 150 salan gur hat dîtin
Li nêzî bajarê Lahr ê li başûrrojavayê Elmanyayê, derket holê ku heywanê beriya du hefteyan dema di rê de dimeşiya eciqî û mir, ne kûçik e, gur e. -
Li Nîjeryayê du êrîş pêk hatin: 49 mirî, 47 birîndar
Di du êrîşên li bajarê Jos ê Nîjeryayê pêk hatin 49 kes mirin, 47 kes jî birîndar bûn. -
Artêşa Sûdana Başûr komkujî û destavêtin qebûl kir
Li Sûdana Başûr ku 2 sal piştî serxwebûna ji Sûdanê ket nava şerê navxweyî, artêş neçar ma qebûl bike ku komkujî û destavêtin kiriye. -
Swêd hewl dide parsekên Romen dersînor bike
Hikûmeta Swêdê ji bo Romenên ku ji Romanya û welatên Yekîtiya Ewropayê hatine ji Swêdê derxîne, amadekariya guhertinên qanûnî dike. -
Gelê Yewnan ji YE û IMF re got 'rawest e'
Di referandûma li Yewnanîstanê ya li ser 'plana rizgarkirinê' ya Yekîtiya Ewropa (YE) û saziyên fînansmanê de, piraniya gel dengê 'na' bi kar anî. -
Li Yewnanîstanê li gorî anketên li ser sindoqan dengê 'na' zêdetir e
Di referandûma li ser 'plana rizgarkirinê' ya Yekîtiya Ewropa û saziyên fînansmanê li ser Yewnanîstanê ferz dikin de, dengdayîn qediya. -
Çeteyên DAIŞ'ê 4 jin û 9 zarok bi hovane qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Fellûce yê parêzgeha Enbar a Iraqê, 4 jin û 9 zarokên dixwestin birevin zevt kirin û bi awayekî hovane ew şewitandin. -
Li Yewnanîstanê referandûma krîtîk
Bi mîlyonan Yewnan, ji bo referandûma li ser bernameya aboriyê ya IMF û Yekîtiya Ewropayê, ji danê sibehê saet 07'an û pê ve herikîn ser sindoqan. -
Ekonomîstên xwedî Nobelê: Berpirsyarê krîza Yewnanîstan YE û IMF ne
Ekonomîstên navdar dan xuyakirin ku berpirsyarê sereke yê krîza li Yewnanîstanê YE û IMF ne û destnîşan kirin ku divê gelê Yewnan di referandûmê de bêje 'na'. -
Bi belgeyan re aşkera bû NSA li Brezîlyayê guhdarî kiriye
Piştî welatên Ewropayê derket holê ku rêxistina îstîxbaratê ya Amerîka NSA, li rêveberên payebilind ên dewletê yên Brezîlyayê guhdarî kiriye. Beriya her kesî li Serokdewlet Dîlma Roûssef guhdarî kiriye. -
Li Tûnisê rewşa awarte
Li Tûnisê 8 roj piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî otelê, rewşa awarte hat îlankirin. Serokkomar El Bacî Kaîd es Sîbsî diyar kir ku pênaîna di Adara 2014'an de hat rakirin, wê 30 rojan dewam bike. -
Germa zêde li Ewropayê rê li ber tirsê vekir
Li Ewropayê havîna herî germ a salên dawî heye. Ji ber germa zêde, li gelek welatan alarm hatiye dayîn. Pispor jî dibêjin ku ev germa zêde dikare bibe sedema mirinan û hişyar dikin. -
Leşkerên bi tacîzê dihatin sûcdarkirin hatin berdan
Îfadeya du leşkerên bi sûcdariya tacîza li hember zarokên keç dihatin sûcdarkirin hat girtin. Hat diyarkirin ku piştî îfadeyan leşker hatine berdan. -
Ji Tifaq Pasîfîk ji bo kargehên biçûk û navîn fon
Tifaqa Pasîfîk a ji sedî 40’ê aboriya Amerîkaya Latîn pêk tîne ji bo bihêzkirina KOBÎ’yan ku gavan diavêje hejmara welatên çavdêr ji 32’yan derxist 42’yan. -
Li Yewnanîstanê bi dehhezaran kes di çalakiya referandûmê de bûn
Li Yewnanîstanê berîya referandûma sibe bi dehhezaran alîgirên ‘erê’ û ‘na’ derketin kolanan.