Ji Tifaq Pasîfîk ji bo kargehên biçûk û navîn fon

Tifaqa Pasîfîk a ji sedî 40’ê aboriya Amerîkaya Latîn pêk tîne ji bo bihêzkirina KOBÎ’yan ku gavan diavêje hejmara welatên çavdêr ji 32’yan derxist 42’yan.

Tifaqa Pasîfîk a ji sedî 40’ê aboriya Amerîkaya Latîn pêk tîne ji bo bihêzkirina KOBÎ’yan ku gavan diavêje hejmara welatên çavdêr ji 32’yan derxist 42’yan.

Di 10. Civîna Tifaqa Pasîfîk a li Perû pêk hat, ji bo kargehên biçûk û navîn (KOBÎ)’yan biryara avakirina fomeke nû hat girtin. Bi fona nû re armanc pêşxistina KOBÎ’yan e.

Dîsa biryar hat girtin ku hejmara welatên çavdêr ji 32’yan derxin 42’yan. Di nav welatên nû yên çavdêr de Awûstralya, Polonya, Yewnanîstan, Tayland û Endonezya jî heye.

Tifaqa Pasîfîk a Meksîka, Şîlî, Kolombiya û Perû endamên wê ne, ji sedî 38’ê aboriya Latîn Amerîka di destê xwe de digire. Li cîhanê wek 8’emîn aboriya mezin bal dikişîne. Di nav çavdêrên tifaqê de DYA, Çîn û Fransa jî hene.

Tifaq di nav welatên endam de kapîtal, malên bazirganiyê û çûnûhatina serbest a şexsan pêş dixe.