Germa zêde li Ewropayê rê li ber tirsê vekir
Li Ewropayê havîna herî germ a salên dawî heye. Ji ber germa zêde, li gelek welatan alarm hatiye dayîn. Pispor jî dibêjin ku ev germa zêde dikare bibe sedema mirinan û hişyar dikin.
Li Ewropayê havîna herî germ a salên dawî heye. Ji ber germa zêde, li gelek welatan alarm hatiye dayîn. Pispor jî dibêjin ku ev germa zêde dikare bibe sedema mirinan û hişyar dikin.
Di serî de li Fransa û Elmanyayê, li gelek welatên Ewropayê havîna herî germ a salên dawî heye. Bi taybetî li gelek bajarên Fransayê germahî gihaştiye 40 pileyî. Li ser vê yekê rayedar ketin nava tevgerê. Tevî paytext Parîsê rayedaran li 26 welatan alarma asta pirteqalî dan. Rayedaran hişyarî dan û bang kirin ku heta pêwîstiyeke lezgîn pê nebe extiyar, zarok û jinên dicanî dernekevin derve û gelekî avê vexwin.
Ekîbên tenduristiyê û yekîneyên arkujiyê jî li hemberî vê pêla dijwar a germahiyê seferber bûn.
Ji bo mirovên extiyar û astengdar ên li bajaran bi tena serê xwe dijîn an jî li herêmên bejahî bi tenê dimînin, li hemberî zor û zehmetiyan xeteke taybet a telefonê hat diyar kirin ku bi rêya vê dikarin alîkariyê bixwazin.
Her wiha ji bo karkerên li derve dixebitin jî, pêşniyar tê kirin ku di demên gelekî germ de xwe biparêzin.
Ji ber germa zêde qebloyên elektrîkê jî zerar dîtin û li herêma rojava ya welêt car carna elektrîk qut dibe.
Ji bo xwe hênik bikin mirov diherikin ber perav û hawizan û dema girtina hawizan jî heta derengiya şevê hat dirêjkirin.
Li Fransayê di Tebaxa sala 2003'an de ji ber germa zêde, piraniya wan extiyarên bi tenê dijîn bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Tevî Fransayê li Elmanya, Îtalya, Belçîka, Hollanda, Îngilîstan û gelek welatên din jî rayedar li hemberî pirsgirêkên gengaz ên ji ber germa zêde ketine nava tevgerê.