Biryara li ser Yewnanîstanê wê roja Yekşemê bê dayîn

Serokwezîrê Yewnanîstênê Aleksîs Tsîpras ê bi referandûmê re desteka gel wergirt, wê îro li Parlamenta Ewropayê biaxive. Di civîna bilind a YE ya li Brukselê de biryarek derneket. Hat ragihandin ku 'biryara dawî' we roja Yekşemê bê dayîn.

Serokwezîrê Yewnanîstênê Aleksîs Tsîpras ê bi referandûmê re desteka gel wergirt, wê îro li Parlamenta Ewropayê biaxive. Di civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Brukselê de biryarek derneket. Hat ragihandin ku 'biryara dawî' we roja Yekşemê bê dayîn.

Serokwezîr Aleksîs Tsîpras wê îro li Parlamenta Ewropayê (PE) ya li Strasboûrgê biaxive. Agahiya li ser axaftina Tsîpras a li Civata Giştî ya PE, ji aliyê Serokê PE Martîn Schûltz ve jî hat piştrastkirin.

Li aliyê din, Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande di civîna çapemeniyê ya piştî Civîna Bilind a YE ya li Brukselê de ragihand ku biryara li ser Yewnanîstanê ji roja Yekşmeê re maye.

Li gorî agahiyên ji aliyê Hollande ve hat dayîn, piştî pêşniyarên Yewnanîstan îro bike, tê payîn ku bernameya reformê zelal bike. Roja Şemiyê wezîrên maliyeyê yên Herêma Euro wê li ser bernameya Yewnanîstanê hevdîtinê bikin. Piştre jî roja Yekşemê wê civîna bilind a serokên dewlet û hikûmetên YE bê lidarxistin.

Hollande careke din ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Yewnanîstanê û ji nû ve zindîbûna aboriyê divê 'reformên bingehînî' bixe meriyetê û anî ziman ku deynên vî welatî dikare 'ji nû ve profîle' bibin.