Heyetên Afgan ji bo muzakereya bi Talîbanan re li Pakîstanê ne
Serokdewletê Afganîstanê Eşref Ganî da xuyakirin, ku ji bo dawî li şerê 13 sal in bi Talîbanan re tê meşandin bê anîn, heyetên muzakereyê şandiye Pakîstanê.
Serokdewletê Afganîstanê Eşref Ganî da xuyakirin, ku ji bo dawî li şerê 13 sal in bi Talîbanan re tê meşandin bê anîn, heyetên muzakereyê şandiye Pakîstanê.
Serokdewletê Afganîstanê Eşref Ganî da xuyakirin, ku ji bo dawî li şerê 13 sal in bi Talîbanan re tê meşandin bê anîn, heyetên muzakereyê şandiye Pakîstanê. Tê gotin ku hevdîtinên bi awayekî nîv-fermî tên meşandin, ji bo afirandina rewşeke muzakereya mayînde, wê bibin gava destpêkê.
Di daxuyaniya DYA ya li ser mijarê de jî, bal hat kişandin ser girîngiya serdana heyetan. Ji berdevkên Qesra Spî Josh Earnest got, "Ji bo aştiyeke ewle, gaveke girîng e."
Şerê di navbera artêşa Afganîstanê û Talîbanan, ji sala 2001'ê û vir ve bê navber dewam dike. Beşeke girîng a heremên bejahî di bin kontrola Talîban de ye. Piştî ku hin komên dilsoziya xwe bi çeteyên DAIŞ'ê re nîşan dan derketin holê, şerê li vê derê zêde bû. Di êrîşa xwekujî ya duh a Talîbanan de gelek kes birîndar bûbûn.
Çavdêr diyar dikin ku her çend di navbera hikûmetê û Talîbanan de muzakere destpê dikin jî, dibe ku şer û pevçûn zêde bibin. Tê gotin ku her du alî ji bo di muzakereyan de destê xwe xurt bikin, wê rêbaza êrîşê biceribînin.