Banga rawestandina şer li hikûmeta Kolombiya û FARC'ê hat kirin
Welatên hevdîtinên aştiyê di navbera FARC û Kolombiyayê dimeşînin bang li her du aliyan kirin ku tavilê şer bisekinînin.

Norwêc, Kuba, Şîlî û Venezûela yên navbeynkariyê ji hevdîtinên aştiyê yên di navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmeta Kolombiyayê de dikin, ji bo dijminatî zêde nebe banga rawestandina şer kirin.
Dîplomatê Kubayî Rodolfo Benîtez diyar kir ku navbeynkarên hevdîtinên aştiyê hikûmetên Kuba û Norwêcê û welatên Şîlî û Venezûela ên di statuya destekdaran de ne, banga rawestandina şer li FARC'ê û hikûmeta Kolombiyayê kirine.
Dîplomatê Norwêcî Îdûn Aarak Tvedt jî da xuyakirin ku ji bo bawerî were afirandin divê her du alî bikevin nava hewldanan.
Navbeynkaran destnîşan kirin ku lihevkirina li ser 3 ji 6 nuqteyên di hevdîtinan de bi encam nebûbûn, gelekî erênî ye.
Hikûmeta Kolombiyayê ya ku heta niha behsa agirbestê nedikir, herî dawî di roja Şemiya bihurî de dabû xuyakirin ku ew erênî nêzî agirbesteke du alî dibin.