Ekonomîstên xwedî Nobelê: Berpirsyarê krîza Yewnanîstan YE û IMF ne
Ekonomîstên navdar dan xuyakirin ku berpirsyarê sereke yê krîza li Yewnanîstanê YE û IMF ne û destnîşan kirin ku divê gelê Yewnan di referandûmê de bêje 'na'.
Ekonomîstên navdar dan xuyakirin ku berpirsyarê sereke yê krîza li Yewnanîstanê YE û IMF ne û destnîşan kirin ku divê gelê Yewnan di referandûmê de bêje 'na'.
Gelê Yewnanîstanê wê îro dengê xwe li ser 'Planên Alîkkariyê' yên ji aliyê Yekîtiya Ewropa (YE) û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ve hatin pêşkêşkirin, bi kar bîne. Ekonomîstên navdar dan xuyakirin ku berpirsyarê sereke yê krîza li Yewnanîstanê YE û IMF ne û destnîşan kirin ku divê gelê Yewnan di referandûmê de bêje 'na'.
Ekonomîst û reveberê berê yê Banka Cîhanê Jeo Stîglîtz ku di sala 2001'ê de Xelata Aboriyê ya Nobelê stend ji komara Time re axivî û diyar kir ku YE polîtîkayeke bêhempa ya ji zextên giran li hemberî Yewnanîstanê dimeşîne. Stîglîtz da xuyakirin ku ya li ser Yewnanîstanê tê ferzkirin 'depresyoneke beriya niha qet nehatiye dîtin û bi zanebûn li ser tê ferzkirin' e û ji bo trokya ji YE, IMF û Banka Navendî ya YE gt, "Di kaosa heyî de xwedî berpirsyariya krîmînel in".
Jeo Stîglîtz ji IMF'ê xwest deynê 300 mîlyar Euroyî yê Yewnanîstanê bê jêbirin û ji bo ji nû ve zindîkirina aboriyê xwestin, fonên nû jê re bê dayîn.
Paûl Krûgman ê di sala 2008'an de Xelata Aboriyê ya Nobelê stend, da xuyakirin ku sedema esasî ya hilweşîna aboriya Yewnanîstanê 'polîtîkaya tund a teserûfê' ya li ser welêt tê ferzkirin e. Krûgman di gotara xwe ya li New York Times de destnîşan kir ku di nava vê polîtîkayê de armanca mezinkirina aboriyê nîne.
Krûgman her wiha pêşniyar li Yewnanîstanê kir ku eger pêwîstî pê hebe xwe amade bike ji nava yekîtiya pere ya Euro derkeve.
Jean Tîrole yê di sala 2014'an de Xelata Aboriyê ya Nobelê wergirt, di gotara xwe ya li rojnameya Le Monde de ji gelê Yewnan xwest ku di referandûma îro de ji planên YE re bêje 'na'.
Xwediyekî din ê Xelata Aboriyê ya Nobelê Chrîstopher Pîssarîdes ê bi eslê xwe ji Qibrisê ye diyar kir ku divê di referandûmê de dengê 'erê' were bikaranîn.
Pîssarîdes ji radyoya Deutsche Welle re peyivî û îdîa kir ku polîtîkayên hikûmeta Syrîza şaş in.