Artêşa Sûdana Başûr komkujî û destavêtin qebûl kir
Li Sûdana Başûr ku 2 sal piştî serxwebûna ji Sûdanê ket nava şerê navxweyî, artêş neçar ma qebûl bike ku komkujî û destavêtin kiriye.
Li Sûdana Başûr ku 2 sal piştî serxwebûna ji Sûdanê ket nava şerê navxweyî, artêş neçar ma qebûl bike ku komkujî û destavêtin kiriye.
Li Sûdana Başûr ku 2 sal piştî serxwebûna ji Sûdanê ket nava şerê navxweyî, artêş neçar ma qebûl bike ku komkujî û destavêtin kiriye.
Berdevkê artêşê Phîlîp Agûer der barê şahidiyên komkujiyê yên di rapora Neteweyên Yekbûyî ya hefteya bihurî de cih girt daxuyaniyek da û soz da ku eger îdîa rast bin, ew ê berpirsyaran ceza bikin. Berdevkê artêşê berevajî helwesta heta roja îro, îdîayên komkujî û destavêtinê red nekir û îdîa kir ku di nava artêşê de dibe ku 'hin kes' derketine derveyî wezîfeya parastina gel.
Agûer diyar kir ku kiryarên sûcên di rapora Neteweyên Yekbûyî de hatine ragihandin, wê werin darizandin.
Di navbera alîgirên Serokdewletê Sûdana Başûr Salva Kîîr û Rîek Machar de şer û pevçûn dewam dikin. Ev şerê ku di dawiya sala 2013'an de di nava artêşê de destpê kir her çend îsal kêm bûbe jî, tê gotin ku di operasyona meha Nîsanê ya li herêma Mayom de gelek sivîl hatine qetilkirin.
Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Sûdana Başûr Mînûss di Sêşema bihurî de raporek aşkera kir û ragihand ku li herêma Mayomê ji ber komkujiya sivîlan, şewitandin û talankirina gundan 100 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Di raporê de cih ji vegotinên şahidan re hat veqetandin ku gotin hin ji jin û zarokên keç ên rastî îstîsmara zayendî hatine, bi zindî hatine şewitandin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku herî kêm di 9 bûyerên cuda de jin li destavêtina komî rast hatine û li malên mîna kulûbeyê hatine şewitandin.
Di rapora Neteweyên Yekbûyî de hat ragihandin ku hêzên mûxalîf jî sûcên bi heman rengî kirine û gelek zarok bi zorê tevlî yekîneyên çekdar kirine.