Li Yewnanîstanê li gorî anketên li ser sindoqan dengê 'na' zêdetir e

Di referandûma li ser 'plana rizgarkirinê' ya Yekîtiya Ewropa û saziyên fînansmanê li ser Yewnanîstanê ferz dikin de, dengdayîn qediya.

Di referandûma li ser 'plana rizgarkirinê' ya Yekîtiya Ewropa û saziyên fînansmanê li ser Yewnanîstanê ferz dikin de, dengdayîn qediya. Li gorî encamên anketa li ser sindoqan hat kirin, gel ji plana Yekîtiya Ewropayê ya Syrîza bêbandor dike re dibêje 'na'.

Tevahiya organên medyayê ragihandin ku rêjeya dengên 'na' ji dengên 'erê' 3 heta 5 pûanan zêdetir e. Lê belê ji ber ku jimartina dengan hînê nû destpê kiriye, dibe ku encamên referandûmê derengiya şevê aşkera bibin.

Ji bo referandûmê bi giştî li 19 hezar buroyên hilbijartinê deng hatin bikaranîn. Tê payîn ku heta saet 20:00 ji sedî 50 ê sindoqan vebe û Serokwezîr Alexîs Tsîpras axaftinekê bike.