Li başûrê Elmanyayê piştî 150 salan gur hat dîtin

Li nêzî bajarê Lahr ê li başûrrojavayê Elmanyayê, derket holê ku heywanê beriya du hefteyan dema di rê de dimeşiya eciqî û mir, ne kûçik e, gur e.

Li nêzî bajarê Lahr ê li başûrrojavayê Elmanyayê, derket holê ku heywanê beriya du hefteyan dema di rê de dimeşiya eciqî û mir, ne kûçik e, gur e. Li eyaleta Baden-Wurttembergê ji sala 1866'an û vir ve yekemcar gurek hat dîtin. Tê lêkolînkirin ku gur ji Fransayê yan jî Swîsreyê hatiye.

Di daxuyaniya Wezîrê Hawirdorê yê Baden-Wurttembergê Alexander Bonde de hat ragihandin ku gurên beriya 150 salan li vî welatî nemane û di nava 25 salên daî de bi tenê li eyaletên rojhilat yek heban hatine dîtin, êdî li başûr jî tê dîtin.

Di testa DNA ya ji aliyê Enstîtuya Lêkolînê ya Senckenbergê de derket holê ku heywanê beriya niha dihat gotin kûçik e, gur e. Wezîrê Hawirdorê ragihand ku wê di rojên pêş de bi cihgirtina rayedarên eyaletê û komeleyên parastina xwezayê, koordînasyonek were avakirin.

Li gorî daneyên Yekîtiya Parastina Jiyana Xwezayî ya Elmanya (Nabû), hejmara gurên di sedsala 19'an de ji ber nêçirê tine bûn, di roja îro de bi giştî 30 e. Gurên hînê li eyaletên Nîedersachsen, Brandenbûrg û Sachsenê di nava xwezayê de tên dîtin, tê texmînkirin ku piştî yekbûna her du Elmanyayan berê xwe dane welatên Rojhilatê Ewropayê.

KÊM MAYE BI AWAYEKÎ ZINDÎ JÎ BÊN DÎTIN

Lê belê li eyaleta Baden-Wurttemberg a li başûrrojavayê welêt de, ji sala 1866'an û vir ve cara yekê ye gurek hat dîtin. Gurê ku li nêzî bajarê Lahrê di binê wesayîtekê de eciqî, tê lêkolînkirin ku ji Fransayê yan jî Swîsreyê koç kiriye.

Rayedar texmîn dikin ku li herêmê gurên din jî hene û di demeke kurt de dikarin yê zindî jî bibînin.

'DIVÊ GEL XWE JI VEGERA GURAN RE AMADE BIKE'

Serokê Komeleya Nabû Şaxê Baden-Wurttembergê Andre Baûmann der barê mijarê de daxuyanî da û bibîr xist ku gur bi sedan salan ji gelê Elman tirsiyane. Baûmann ji gundiyan û şivanên pez xwest ku xwe ji vegera guran re amade bikin û anî ziman ku dema pêwîstî pê hebe ew ê têlan û kûçikên nobedar zêde bikin.

Li Elmanyayê gur di nava 25 salên dawî de bi tenê li herêmên rojhilat hatin dîtin. Li gorî qanûnên heyî nêçira wan qedexe ye.