Li Tûnisê rewşa awarte

Li Tûnisê 8 roj piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî otelê, rewşa awarte hat îlankirin. Serokkomar El Bacî Kaîd es Sîbsî diyar kir ku pênaîna di Adara 2014'an de hat rakirin, wê 30 rojan dewam bike.

Piştî êrîşa DAIŞ'ê ku piraniya wan welatiyên Îngilîz 38 tûrîstan jiyana xwe ji dest dan, li welêt rewşa awarte hat îlankirin. Berdevkê Serokkomariyê Moez Sînaûî da xuyakirin ku pêkanîna rewşa awarte ya 30 rojan, dikare bê dirêjkirin.

Bi pêkanîna rewşa awarte re erkên girîng ji hêzên ewlekariyê re tê dayîn. Dikare her şêwe grev û civînê qedexe bike. Rewşa awarte ya di Çileya 2011'an de ji ber xwepêşandanên li dijî Zeynel Abîdîn bîn Alî hatibû îlankirin, di Adara 2014'an de hatibû rakirin.

Çeteyên DAIŞ'ê di 26'ê Hezîranê de êrîşî oteleke li bajarê Sûsa kiribûn û 38 tûrîst qetil kiribû. Beriya vê êrîşê, di êrîşa çeteyan a li hemberî Muzeya Bardo de 21 tûrîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Di êrîşên mehên dawî de jî bi dehan leşker û sivîlan jiyana xwe ji dest dan.