Li Yewnanîstanê referandûma krîtîk
Bi mîlyonan Yewnan, ji bo referandûma li ser bernameya aboriyê ya IMF û Yekîtiya Ewropayê, ji danê sibehê saet 07'an û pê ve herikîn ser sindoqan.
Bi mîlyonan Yewnan, ji bo referandûma li ser bernameya aboriyê ya IMF û Yekîtiya Ewropayê, ji danê sibehê saet 07'an û pê ve herikîn ser sindoqan.
Piştî ku hevdîtinên di navbera Yewnanîstan a di nav akrîza aboriyê de ye û kredîtorên bi serkêşiya IMF û YE xetimîn, hikûmeta Syrîza biryar da referandûm were kirin. Di referandûmê de wê gelê Yewnan, li ser teserûf û bacên zêde yên IMF û Yekîtiya Ewropa li ser Yewnanîstane ferz dike, dengê xwe bi kar bîne.
Referandûm bi tevlîbûneke xurt a gel, pêk tê. Di hefteya bihurî de blokên 'erê' û 'na' kampanya meşandin û li paytext Atînayê roja Înê xwepêşandanên mezin lidar xistin.
Pêşengê hikûmeta Syrîa Alexîx Tsîpras ê xwest ji referandûmê dengê 'na' bê bi kar anîn, dabû xuyakirin ku eger encameke berevajî vê daxwaza wan ji referandûmê derkeve ew ê dest ji wezîfeyê berde.
Tê payîn ku encamên referandûmê, demeke kurt piştî bi dawîbûna dengdayînê, diyar bibe.