Li Yewnanîstanê bi dehhezaran kes di çalakiya referandûmê de bûn

Li Yewnanîstanê berîya referandûma sibe bi dehhezaran alîgirên ‘erê’ û ‘na’ derketin kolanan.

Li Yewnanîstanê berîya referandûma sibe bi dehhezaran alîgirên ‘erê’ û ‘na’ derketin kolanan.

Plansaziya Eurogrup a Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euro amade kirin pêşkêşî raya giştî tê kirin. Bi dehhezaran kesên li Atînayê kom bûn jî piştgirî dan Serokwezîr Aleksîs Tsîpras û hikûmetê.

25 hezar kesên li Qada Syntagma ya li nêzî parlamentoyê kom bûn ji bo referandûma sibe ‘na’ xwestin. Çalakvan li hember polîtîkayên şidandina kemerê ya ji aliyê YE û IMF ve hatiye pêşkêşkirin derketin û pankartên, ‘Paşde gav avêtin nîne’, ‘Ji şantajê re na’, ‘Heta dawiyê na’ hilgirtin.

Çalakvan li hember referandûma ku Serokwezîr Aleksis Tsipras diyar kir ger bê qebûlkirin wê dest ji kar berde derketin, nûnerên partiyên çep ên Elman û Îspanyol jî tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe nîşan dan.

Komeke ku xwest plansaiya Eurogroup û IMF’ê bê qebûlkirin jî xwepêşandanek li dar xistin. Çalakvanên ku tê texmînkirin hejmara wan nêzî 20 hezarî bû ji bo referandûma sibe daxwaza ‘erê’ kir.