Swêd hewl dide parsekên Romen dersînor bike
Hikûmeta Swêdê ji bo Romenên ku ji Romanya û welatên Yekîtiya Ewropayê hatine ji Swêdê derxîne, amadekariya guhertinên qanûnî dike.
Hikûmeta Swêdê ji bo Romenên ku ji Romanya û welatên Yekîtiya Ewropayê hatine ji Swêdê derxîne, amadekariya guhertinên qanûnî dike.
Hikûmeta Swêdê ji bo Romenên ku ji Romanya û welatên Yekîtiya Ewropayê hatine ji Swêdê derxîne, amadekariya guhertinên qanûnî dike.
Wezîrê Karê Hundir ê Swêdê Johansson demek berê daxuyaniyek da û diyar kir ku Wezîra Çand û Demokrasiyê Alîce Bah Kuhnke û Wezîra Zarok, Extiyar û Wekheviyê Åsa Regner, tedbîrên ku hikûmetê li dijî parsekên Romen girtine, aşkera kir.
Johansson da xuyakirin ku hikûmeta parsekiyê qedexe nake û got: "Lê ne mumkune em sê tiştan qebûl bikin. Eger parsek bên bikaranîn û mêtîngerkirin, bi sedan parsek di bereqe û konan de bimînin û li ser wan zext û şîdet bê kirin, ev nayê qebûlkirin."
Johansson da zanîn ku ji bo ev cihên starbûnên ku beyî destûra dewletê hatine avakirin bê valakirin, wê biçin sererastkirinên ku rayeyê didin.
Åsa Regner jî bi lêv kir berpirsyariya Romenên ku tên Swêdê û parsekiyê dikin, piranî bi Romanyayê re û got: "Me bi Romanyayê re lihevkirineke ku rola dewleta civakî û mafê mirovan xurtir, dike îmze kir. Piştî havînê şûnde emê bi van welatan re komên xebatê yên hevpar ava dikin. Piştre emê xebatek şênbertir amade bikin."
DEREWA KU PARSEK JI ALIYÊ ÇETEYAN VE TÊN BIKARANÎN
Îdiaya hikûmetê ya ji bo parsekan ji Swêdê derxe, bi gelek lêkolînan derket holê ku ne raste.
Tevî ku derket holê ku îdiayên weke Romen bi zorê parsekî pê tên kirin û dest didin ser pereyên wan, ne rastin jî, hikûmeta Swêdê ji bo Romenan sirgûn bikin, vê argumanê bikar tîne.
Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê enstîtuya Fafo ya li Oslo hatiye avakirinê, Romenên li Stockholm, Kopenhag û Osliyê parasekiyê dikin, derxistin holê ku Romen pir xizanin û di şert û mercên zehmet de dimînin.
Şefa lêkolînê Anna Brîtt Djuve got lêkolîn li sê welatên Skandînav kirine û 1200 parsek hundirandiye û got ku kesên ji Romanyayê tên ji bo debara xwe bikin parasekiyê dikin. Djuva bi lêv kir ku piranî di jiyana xwe de neçûne dibistanan û li Stokcholmê rojane 130, li Osloyê 190 û li Kopenhaganê jî 240 kronî berhev dikin.
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ PARSEKAN ZÊDE BÛ
Weqfa Expo jî lêkolînek kir û da zanîn ku êrîşên li dijî parsekan zêde bûne û di 1,5 salekê de 76 êrîş pêk hatine.