Der barê hesabgirê kampa Auschwitz de daxwaza cezayê girtîgehê
Der barê serbazekî SS de, ku di duyemîn şerê cîhanê de di navenda sereke ya qirkirina Yahudiyan Auscwîtz hesabgirî dikir, cezayê girtîgehê hat xwestin.
Der barê serbazekî SS de, ku di duyemîn şerê cîhanê de di navenda sereke ya qirkirina Yahudiyan Auscwîtz hesabgirî dikir, cezayê girtîgehê hat xwestin.
Serbazê bi navê Oskar Gronîng yê 94 salî li bajarê Luneburg ê Elmanyayê hat darizandin û dozger xwest Gornîng bi 3.5 salan cezayê ragirtinê, bê cezakirin.
Oskar qebûl kir ku di mehên Gulan û Tîrmeha 1944’an de li kampa Auschwitz Birkenau xebitiye. Tê îdiakirin ku Oskar Gronîng ji bo qetilkirina ji 300 hezarî zêdetir kesî re alîkarî kiriye. Gronîng Auschwîtz got di tiştên qewimîne de berpirsyariya wî ya şexsî tine.
Dozgeran diyar kirin ku Gronîng eşyayê girîng ên kesên hatine kuştin girtin. Hatibû xwestin ku Gronîng di salên 1970-80’ê de bê darizandin lê nehatibûn darizandin.