Piştî welatên Ewropayê derket holê ku rêxistina îstîxbaratê ya Amerîka NSA, li rêveberên payebilind ên dewletê yên Brezîlyayê guhdarî kiriye. Beriya her kesî li Serokdewlet Dîlma Roûssef guhdarî kiriye.
Li gorî belgeyên ji aliyê malpera WîkîLeks û rojnameya O Globo ve hatin weşandin, Ajsan Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) li payebilindên dewletê yên Brezîlyayê jî guhdarî kiriye. Di destpêka vê lîsteyê de jî Serokdewlet Dîlma Roûssef heye, ku ji sala 2010'an û vir ve wezîfeya serokdewletiyê dimeşîne.
Tê îdîakirin ku di gerên fermî de jî li Roûssef hatiye guhdarîkirin û telefona satalaytê ya li balafira serokdewletê jî hatiye guhdarîkirin.
Hat ragihandin ku tevî Wezîrên Ekonomiyê, Maliye û Karên Derve yên Brezîlyayê NSA li Serokê Banka Navendî û Sefîrên Bilind ên Brezîlyayê yên li Elmanya, Swîsre, DYA û Fransayê jî guhdarî kiriye.
Di belgeyên ji aliyê WîkîLeaks û O Globo ve hat weşandin de, telefonên 29 kesên NSA li wan guhdarî kirine, hene.
Belgeyên li ser guhdarîkirinên NSA li welatên cîhanê, di sala 2013'an de ji aliyê Edward Snowden ve hatibûn weşandin. Îdîayên di van belgeyan de cih girtin, bi belgeyên WîkîLeaks re jî hatin xurtkirin.