Gelê Yewnan ji YE û IMF re got 'rawest e'
Di referandûma li Yewnanîstanê ya li ser 'plana rizgarkirinê' ya Yekîtiya Ewropa (YE) û saziyên fînansmanê de, piraniya gel dengê 'na' bi kar anî.
Di referandûma li Yewnanîstanê ya li ser 'plana rizgarkirinê' ya Yekîtiya Ewropa (YE) û saziyên fînansmanê de, piraniya gel dengê 'na' bi kar anî.
Di referandûma li Yewnanîstanê ya li ser 'plana rizgarkirinê' ya Yekîtiya Ewropa (YE) û saziyên fînansmanê de, piraniya gel dengê 'na' bi kar anî. Encamên referandûmê ji bo rêveberên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî jî Elmanyayê bû têkçûneke mezin. Serokwezîr Tsîpras got, "Ji bilî resta li hemberî Ewropayê gel ji bo ji nû ve meşandina muzakereyê erk daye."
Di referandûma li ser plana Eurogroup de, ku piştî muzakereyên bi hefteyan pêşkêşî Yewnanîstanê hat kirin, ji sedî 61,3 ê gelê Yewnan got 'na'. Encama ji vê referandûmê derket, ku wê pêşeroja siyasî ya Serokwezîr Tsîpras û hikûmeta Syrîza diyar bike, bandoreke dijwar li welatên Yekîtiya Ewropayê kir.
Di serî de li paytext Atînayê li gelek deveran bi hezaran kesên li dijî şidandina kemberê derdikevin daketin kolanan û serketina di referandûmê de pîroz kirin. Li Parîs û Madrîdê jî li ser banga partiyên çep bi hezaran kes daketin kolanan û piştgirî dan Syrîza û gelê Yewnanîstanê.
Piştî ku encam hatin aşkerakirin Serokwezîr Tsîpras peyivî û diyar kir ku muzakereyên bi Yekîtiya Ewropayê re wê ji nû ve destpê bikin. Tsîpras got, "Bi demokrasiyê re şantaj nayê kirin" û anî ziman ku ji îro û pê ve ji bo rizgariya ji krîzê, ew ê lêgerînên xwe yên li çareseriya hevpar dewam bikin.
'POLÎTÎKAYÊN ŞIDANDINA TEMBERÊ BÊ ENCAM IN'
Tsîpras di axaftina xwe ya li TV de spasiyên xwe pêşkêşî gelê Yewnanîstanê kir û got, "Dema şert û mercên niha yên zehmet li ber çavan were girtin, we tercîheke wêrek kirin". Tsîpras destnîşan kir ku erka gel daye wî "ne qutbûna ji Ewropayê, zexmkirina pozîsyona di muzakereyên ji bo çareseriyê de ye".
Tsîpras da zanîn ku polîtîkayên şidandina kemberê bê encam in û da zanîn ku ji nû ve sererastkirina deynên Yewnanîstanê armanca wan a bingehîn e. Tsîpras da xuyakirin ku muzakereyên bi IMF re bên meşandin jî wê di çarçoveya pîvana "edaleta civakî" de werin meşandin.
SAMARAS ÎSTIFA KIR
Piştî ku gelê Yewnanîstanê di refeandûmê de dengê 'na' bi kar anî, Serokwezîrê berê Antonîs Samaras ê weke nûnerê polîtîkayên YE û IMF'ê dixebitî, îstifa kir. Lîderê Partiya Demokrasiya Nû Samaras ji gel xwestibû di referandûmê de dengê 'erê' bi kar bîne.
Samaras di dema serokwezaretiya xwe de berpirsyariyên giran dabû ser milê gelê Yewnanîstanê û 'planên rizgarkirinê' qebûl kiribû.
KRÛGMAN: HEM SYRÎZA HEM JÎ EWROPAYÊ QEZENÇ KIR
Li gorî Xwediyê Xelata Aboriyê ya Nobelê Paûl Drûgman ê banga bikaranîna dengê 'na' kir, encamên derketin holê hem ji bo Syrîza hem jî ji bo Ewropayê 'serketin' e. Krûgman di nivîsa xwe ya di rojnameya New York Times de hat weşandin got, "Tsîpras û Syrîza ne tekane serketiyên referandûmê ne. Bi dîtina min nêrîna Ewropa û Ewropatiyê, ji bo rê nede ya jê nebaştir, serketineke mezin bi dest xist."
Krûgman destnîşan kir ku bi referandûmê re zextên 'gelê Yewnan terorîze dikin û 'rizgariya' ji hikûmetê ferz dikin' ji holê hatiye rakirin.
BANDORA DIJWAR A LI ELMANYAYÊ
Di daxuyaniyên li Elmanyayê li ser mijarê hatin kirin de jî, xweranegirtina il tercîha gel balê dikişîne.
Wezîrê Aboriyê yê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Sîgmar Gabrîel îdîa kir ku piştî encamên referandûmê meşandina muzakereyê li ser planeke nû 'zehmet' e. Gabrîel got, "Tsîpras pirên dawî yên di navbera Yewnanîstan û YE de rakir."
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ku weke ya herî zêde di referandûmê de winda kiriye tê dîtin, îro diçe Fransayê. Merkel wê li Qesra Elysee bi Serokkomar Françoîs Hollande re li ser polîtîkayên piştî referandûmê bisekine.
KOMÎSYONA YE WÊ ENCAMAN LI BER ÇAVAN BIGIRE
Di daxuyaniya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya heman piştî referandûmê de hat ragihandin ku 'encam wê li ber çavan werin girtin.'
Tê payîn ku di navbera Serokê Komîsyonê Jean-Claûde Jûncker, Serokê Konseya YE Donald Tûs, Serokê Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) Marîo Draghî û Serokê Eurogroupe Jereon Dîhsselbloem de îro tele konferansek were lidarxistin. Piştî hevdîtinên îro Jûncker wê sibe li pêşberî Parlamenta Ewropayê (PE) axaftinekê bike.
CIVÎNA EUROGROUP SIBE YE
Li aliyê din Serokê Konseya YE Donald Tûsk bi rêya hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku civîna Eurogroupe sibe saet di 18:00 de de ye.