Ala sembola koledariyê ya li li Başûrê Carolîna wê bê rakirin

Li Başûrê Carolîna bajarê Charlestonê, 'Ala Konfederasyonê' ya ku piştî komkujiya li hemberî reşikan ji nû ve bû mijara nîqaşê, wê bê rakirin.

Li Başûrê Carolîna bajarê Charlestonê, 'Ala Konfederasyonê' ya ku piştî komkujiya li hemberî reşikan ji nû ve bû mijara nîqaşê, wê bê rakirin. 37 ji senatorên eyaletê di dengdana li ser mijarê de dengê 'erê', 3 senatoran jî dengê dijber bi kar anîn.

Bi vî rengî wê ala ji Şerê Navxweyî yê Amerîka (1861-1865) mayî û weke sembola koledariyê tê dîtin, ji hewşa parlamentê ya li paytext Colûmbîa bê rakirin. Ev al li ber peykerê ji bo bîranîna şere navxweyî beriya 15 salan hat çikandin, li ba bû.

Ev ala, di nava salên dûr û dirêj de rastî nerazîbûna welatiyên ji Afrîkayê rast hat. Nerazîbûna li vê alê, di 17'ê Hezîranê de bi qetilkirina 9 reşikan li dêrekê, derketibû asta herî bilind.

Yên li dijî vê alê derdikevin dibêjin ev al, eyaletên başûr ên ji bo ranekirina koledariyê li hemberî eyaletên bakur şer dikirin temsîl dike û di roja îro de jî weke amûrekê gefê li hemberî Reşikan tê bikaranîn. Kesê li Charlestonê êrîş kir jî, gelek wêneyên wî yên bi vê alê di çapemeniyê de cih girtibû.

Ji bo al bi temamî were rakirin wê îro dengdana sêyemîn bê kirin. Piştre jî divê ji aliyê meclîsa herêmî ve were erêkirin.