Li Nîjeryayê du êrîş pêk hatin: 49 mirî, 47 birîndar
Di du êrîşên li bajarê Jos ê Nîjeryayê pêk hatin 49 kes mirin, 47 kes jî birîndar bûn.
Di du êrîşên li bajarê Jos ê Nîjeryayê pêk hatin 49 kes mirin, 47 kes jî birîndar bûn.
Di du êrîşên li bajarê Jos ê Nîjeryayê pêk hatin 49 kes mirin, 47 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Jos ê Nîjeryayê di saetên duh de yek li nêzîkî navenda kirîn û firotinê ya din jî nêzîkî mizgeftê du teqîn pêk hatin. Di encama teqînan de 49 kesan jiyana xwe ji dest da, 47 kes jî birîndar bûn.
Ev teqîn jî balkêş e ku piştî 6 teqînên ji roja Çarşemê heya niha li tevahiya welat pêk hat de pêk hat. Rayedar ji teqînan Boko Heram berpirsyar dibînin.
Teqîna destpêkê li gor saeta herêmî di rawestgeheke otobusê ya li derdora navendeke kirîn û firotinê ya nêzîkî zanîngeha Josê pêk hat. Teqîna din jî piştî wê 4 deqeyan nêzîkî mizgefteke pir zêde tê bikaranîn pêk hat.