Çeteyên DAIŞ'ê 4 jin û 9 zarok bi hovane qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Fellûce yê parêzgeha Enbar a Iraqê, 4 jin û 9 zarokên dixwestin birevin zevt kirin û bi awayekî hovane ew şewitandin.
Çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Fellûce yê parêzgeha Enbar a Iraqê, 4 jin û 9 zarokên dixwestin birevin zevt kirin û bi awayekî hovane ew şewitandin.
Li gorî nûçeyên di medya Iraqê de cih girtin, Serokê Meclîsa parêzgeha Enbarê Şêx Hemîd Hays da xuyakirin ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewle wergirtî, çeteyên DAIŞ'ê 4 jin û 9 zarokên hewl dan bê destûr derkevin derveyî bajêr zevt kirine û li bajarê Fellûce şewitandine.
Der barê sedema şewitandina wan jin û zarokan de jî Şêx Hemîd got: "4 jinan û 9 zarokên bi wan re, ji ber bêyî dayîna 800 dolar baca derkeina ji bajêr xwestine bajêr biterikînin, hatine şewitandin."
Serokê Meclîsa parêzgeha Enbarê Şêx Hemîd Hays di dawiya daxuyaniya xwe de got: "Piştî artêşa Iraq û Heşd el-Şeebî bajarê Fellûce dorpêç kirin, rêya alîkariya ji bo wê rêxistinê hatiye girtin. Ew jî zextê li welatiyên bajêr dike û dema kesek bixwaze ji bajêr derbikeve; divê pereyekî zêde bide."
Der barê roj û dema ew 4 jin û 9 zarok hatine şewitandin de ti agahiyek nehat dayîn.