Şert e WHO xwe li dijî şewban ji nû ve bi rêxistin bike
Pisporan piştrast kirin ku rêxistina tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) nekarî bi têrkerî li hemberî vîrûsa Ebola ya rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar kesan vekir, têbikoş e.
Pisporan piştrast kirin ku rêxistina tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) nekarî bi têrkerî li hemberî vîrûsa Ebola ya rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar kesan vekir, têbikoş e.
Pisporan piştrast kirin ku rêxistina tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) nekarî bi têrkerî li hemberî vîrûsa Ebola ya rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar kesan vekir, têbikoş e. Pispor pêşniyar dikin ku ji bo WHO karibe li hemberî şewbên gengaz têkoşîneke xurt bimeşîne derfetên madî werin zêdekirin û modela organîzasyonê bê guhertin.
Di rapora ji aliyê pisporên serbixwe ve hat amadekirin de hat destnîşankirin ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, nekarî li ehmberî şewbê têkoşîneke bi bandor bimeşîne. Di raporê de hat ragihandin ku hem ji aliyê malî hem jî ji aliyê çanda organîzasyonê ve kêmasiyên cidî derketine holê.
Rapor diyar dike ku ji bo WHO bi lezgînî dest li şewban werde, pêwîstiya xwe bi 100 mîlyon Dolarî heye û destnîşan kir ku ev yek ji bo tenduristiya li gelemperiya cîhanê gelekî girîng e. Rapor her wiha dide zanîn ku divê rola pêşengiyê ya vê rêxistinê di tenduristiya cîhanê ji nû ve bê sererastkirin û pêşniyar kir ku fonên bên diyarkirin bi taybetî li hemberî şewbên dewam pêş werin bikaranîn.
Rexneyên li WHO dihatin kirin, ji ber vîrûsa Ebola ya par destpê kir û rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar kesan vekir, zêde bûn. WHO ku li hemberî şewba Rojavayê Afrîkayê xist bin bandora xwe heta Tebaxa 2014'an sekneke qels nîşan da, piştî ku şewbê rê li ber mirina bi hezaran kesan vekir, ket rewşa alarmê.
Dîrektora WHO Magaret Chan bi xwe qebûl kir ku ew li hemberî Ebola bi têrkerî tênekoşiyane. Chan di meha Gulanê de civîneke çapemeniyê lidar xistibû û anîbû ziman ku wan nekarî bi vîrûsa Ebola û ji bo karibin li hemberî rewşeke gengaz têbikoşin ew ê foneke ji 100 mîlyon dolarî bixin dewrê.