Çeteyên El Nûsra alimê olî yê Asûrî revandin
Tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê alimê olî yê Xiristiyan ê li wîlayeta Îdlîbê tê naskirin û welatiyê Iraqê ye, revandine. Hat ragihandin ku ev alimê olî Dîa Azîz ê 41 salî ye.

Li gorî nûçeya di malpera Facebookê ya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Asûrî, alimê olî li keşîşxaneya gundê Yakûbiye yê li nêzî bajarê Cîsr eş-Şûgûr hatiye revandin. Li gorî hin çavkaniyan kesekî weke emîrê El Nûsra yê li Cîsr eş-Şûgûr tê naskirin bang li Azîz ê 41 salî kiriye û Azîz piştî çûye venegeriyaye mala xwe.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (OSHR) jî da xuyakirin ku Dîa Azîz bi eslê xwe ji Mûsilê ye û ji sala 2002'an û vir ve bi terîqeta Fransîskan hatiye girêdan.
Tê gotin ku civata olî ya Dîa Azîz endamê wê ye, ji bo serbestberdana Azîz bi çeteyên El Nûsra re ketiye nava têkiliyê û di nava hewldanan de ye.
Li hemberî Xiristiyan û alimên olî ku beriya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê nifûsa Xiristiyanan ji sedî 5 heta 10'an bû, ev ne zextên nû yên çeteyan e. Ji sala 2013'an û vir ve herî kêm 4 hezar alimên olî hatine revandin û agahî ji wan nayê girtin.
Beriya niha alimê olî yê Ortodox Grek Bûlos Yazîgî, Metropolîtê Suryanî yê Helebê Yohanna Îbrahîm û alimê olî yê Îtalyan Paolo Dall-Oglîo hatibûn revandin û agahî ji wan nehatibû girtin.