Li Yemenê şer dijwar bû: 176 mirî
Di encama bombebarana balafirên Koalîsyona li dijî Husiyan de ku bi dijwarî dom kirin 176 kes hatin kuştin.
Di encama bombebarana balafirên Koalîsyona li dijî Husiyan de ku bi dijwarî dom kirin 176 kes hatin kuştin.
Di encama bombebarana balafirên Koalîsyona li dijî Husiyan de ku bi dijwarî dom kirin 176 kes hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji saziyên çapemeniyê hate girtin di endama bombebarana duh a balafirên Koalîsyona li dijî Husiyan ku Erebistana Siûdiyê serkêşiya wê dike de 176 kes hatin kuştin. Hate gotin ku bombebarana herî dijwar duh pêk hatiye û saziyên çapemeniyê diyar kirin ku duh wekî roja herî bi xwîn piştî êrîşên koalîsyona li dijî Husiyan di 26’ê Adarê de destpê kiribû.
Têkildarî mijarê Televizyona El-Erebiya ya Erebistana Siûdiyê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku şeva derbasbûyî li bajarê Imran û li ser rêya di navbera Bajarên Seda û paytext Seda yên Yemenê de 120 çekdarên Husiyan û Serokê berê Elî Ebdula Salih ku pişgiriya Husiyan dike, di encama bombebarana li dijî baregehên Husiyan de hatine kuştin.
Li aliyê din jî hate gotin ku balafirên koalîsyonê baregehên Husiyan ên li Herêma Rezma ya bajarê Îb û Adenê, her wiha rêya di navbera bajarên Îb û Teez bombebaran kiriye.
Di heman çarçoveyê de jî çapemeniya Husiyan destnîşan kir ku ji ber şer û pevçûnan hejmareke sivîlan jiyana xwe ji dest dane û got ku piraniya herêmên hatin bombebarankirin herêmên sivîl in.
Alîkarê Berdevkê Fermî yê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq ji saziyên çapemeniyê re diyar kir nûnerên NY’yê Îsmaîl Wdlid Şêx Ehmed bi armanca ku agirbestekê li Yemenê pêk were bi her du aliyên şer re di nava hevkariyê de ye û hevdîtinan pêk tîne.
Heq, da zanîn ku armanc û hewldanên Neteweyên Yekbûyî ew e ku ji bo rewşa însanî agirbestek bê ragihandin.