WHO: Divê baca cixareyê bê zêdekirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji bo têkoşîna li hemberî tebîetê kişandina cixareyê, xwest baca ji tûtinê tê stendin bê zêdekirin. WHO xwest, baca ji cixareyê tê girtin herî kêm ji sedî 75 be.

Kişandina cixareyê li gelemperiya cîhanê salane rê li ber mirina zêdeyî 6 mîlyon mirovan vedike. Li gorî daneyên WHO, ev hejmar di sala 2030 de dikare bigihêje 8 mîlyonî.

Saziyê bi serenavê 'Şewba Tûtinê ya Global-2015' weşand û ji bo têkoşîneke xurt a li hemberî kişandina cixareyê bê dayîn, xwest çeka bacê bê bikaranîn.

Di rapora WHO de tê xwestin ku baca ji tûtinê tê girtin, herî kêm ji sedî 75 be. Dîrektora WHO Margaret Chan li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Zêdekirina bacê, rêya herî erzan û hêsan e ji bo tûtina rê li ber mirinê vedike, bê kêmkirin."

Li gorî rapora WHO, welatê herî zêde cixare lê tê kişandin Çîn e. Li gorî hejmaran herî kêm 740 mîlyon Çînî cixarê dikişînin yan jî dikevin bin bandora cixareyê.

Li 194 welatên endamên WHO bi tenê li 33 welatan ji sedî 75 bac ji tûtinê tê stendin.

Zêdekirina bacê bi taybetî li welatên pêşketî dikeve meriyetê. Li Fransayê ji salên 1990'î û vir be baca ji tûtinê tê girtin hatiye zêdekirin û ev yek rê li ber kêmbûna hejmara mirovên cixare dikişîne vekir. Li gorî daneyên WHO, bi zêdekirina bacê re lİ Fransayê mirinên ji ber kansera pişikê kêm bûye.