Leşkerên bi tacîzê dihatin sûcdarkirin hatin berdan

Îfadeya du leşkerên bi sûcdariya tacîza li hember zarokên keç dihatin sûcdarkirin hat girtin. Hat diyarkirin ku piştî îfadeyan leşker hatine berdan.

Îfadeya du leşkerên bi sûcdariya tacîza li hember zarokên keç dihatin sûcdarkirin hat girtin. Hat diyarkirin ku piştî îfadeyan leşker hatine berdan.

Li gor nûçeyên medyaya Fransa, du leşkerên li paytexta Burkîna Faso, Ouagadougou wezîfedar ên li hember zarokan tacîz pêk anîne ji bo lêpirsînê hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna li paytext Parîsê her du leşker hatin berdan.

Hat ragihandin ku ji leşkerên bersûc bi sedema li hember zarokan tacîza cinsî haiye sûcdarkirin, der heqê yê din de ti sûcdarî nehatiye kirin.

Skandala tacîzê ya her du leşker tevlî bûne Yekşema bihûrî pêk hat. tacîza li hember 2 zarokên keç ên 3-5 salî ku di oteleke li Ouagadougou radestî wan hatin kirin dengvedaneke mezin kiribû.

Meha bihurî jî skandaleke tacîzê ya leşkerên Fransî yên li Komara Afrîkaya Navîn wezîfedar derketibû holê.