DYA: Di êrîşên 2014’an de zêdetirî 32 hezar kes mirin

Li gor ‘Rapora Terorîzmê ya Cîhanê’ ya ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYA ve hat weşandin, di sala 2014’an de bi giştî 32 hezar û 700 kes di êrîşên li hember deverên leşkerî û sîvîl de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor ‘Rapora Terorîzmê ya Cîhanê’ ya ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYA ve hat weşandin, di sûîqest û êrîşan de zêdebûneke cidî rû daye. Di sala 2014’an de bi giştî 32 hezar û 700 kes di êrîşên li hember deverên leşkerî û sîvîl de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor rapora wezaretê, di çarçoveya ‘êrîşên terorîstî’ de 13 hezar û 463 êrîş pêk hatine, ev li gor sala 2013’an ji sedî 35 zêde bûye. Di van êrîşan de bi giştî 32 hezar û 727 kesan jiyana xwe ji dest daye û li gor sala berê ji sedî 81 zêde bûye.

Di rapora îsal de komkujiyên hov ên çeteyên DAIŞ’ê jî bandora xwe dike. Li gor vê bi giştî li 95 welatan êrîşên terorîstî pêk hatine, ji wan êrîşan ji sedî 60 li welatên wek Sûriye, Iraq, Pakîstan, Afganîstan, Hîndîstan û Nîjeryayê pêk hatine.

Rapora Terorîzmê ya 2014’an a DYA îsal dereng hat weşandin. Tê diyarkirin ku sedema vê derketina hovîtiya DAIŞ’ê ya li Sûriye û Iraqê ye.