Ji YE li dijî qaçaxçiyên mîsyona nû

Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo pêşî li herikîna penaberan a li Derya Spî bigire, têkoşîna xwe ya li hemberî qaçaxçiyên mirovan xurt dike.

Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo pêşî li herikîna penaberan a li Derya Spî bigire, têkoşîna xwe ya li hemberî qaçaxçiyên mirovan xurt dike. Bi mîsyona nû ya ji desteka 14 welatan re, tê xwestin ku keştiyên qaçaxçiyên mirovan li peravên Lîbyayê werin tespîtkirin. Lê belê ji ber nearamiya li Lîbyayê nayê zanîn ku ev mîsyon wê serketî be yan na.

Di çarçoveya mîsyona YE a bi beşdariya 14 welatan de, ku duh li Luksembûrgê hat ragihandin, 5 keştiyên şer, 2 keştiyên binê avê, 3 balafirên çavdêriyê, 2 pêgerên hewayî yên bê mirov û 3 helîkopter wê werin mobîlîzekirin. Tê payîn ku keştî û balafirên di mîsyonê de cih bigirin, di rojên pêş de biçin Derya Spî.

Wezîfeya esasî ya mîsyona li dijî qaçaxçiyên mirovan, li peravên Lîbyayê tinekirina keştiyên şebekeyane. Lê belê erka operasyona li peravên Lîbyayê divê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve were dayîn. Ji ber vê yekê, erka binavkirina keştiyê qaçaxçiyan, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên tevlî mîsyonê bibin, vê gavê nîne.

Ji bo Neteweyên Yekbûyî biryarek li ser pêşnûmeyeke bi vî rengî bide, pêwîstî bi erêkirina Lîbyayê heye. Lê belê ji ber kaosa li Lîbyayê hînê rêxistinbûyîneke ji du hikûmetên li hemberî hev, hene. Her du hikûmet hewl didin bi hevdîtinên di bin çavdêriya NY de pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Komîsera Bilinda Yekîtiya Ewropayê ya ji Têkiliyên Derve û Polîtîka Ewlekariyê Berpirsyar Federîca Mogherînî jî di konferansa danasîna mîsyonê de bal kişand ser rola Lîbyayê. Mogherînî ji bo têkûzkirina aramiya li Lîbyayê got, "Ev yek, ji bo bi rêvebirina rewşa herikîna penaber û koçberan, wê di afirandina şertên baştir de, ev yek bibe alîkar."

Welatên di mîsyona deryayê ya YE ya li dijî qaçaxçiyan de cih digirin ev in: Îtalya, Brîtanya Mezin, Elmanya, Slovenya, Yewnanîstan, Fransa, Luksembûrg, Spanya, Belçîka, Fînlandiya, Macarîstan, LÎtvanya, Hollanda û Swêd.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji destpêka salê û pê ve bi qasî 100 hezar penaber di ser Derya Spî re hatin welatên Yekîtiya Ewropayê. Nêzî temamiya penaberan hatibûn Îtalya û Yewnanîstanê.