Ji bo penaberên jiyana xwe ji dest dan li Elmanyayê merasîma bîranînê
Li Muzeya Dîrokî ya li paytexta Elmanya Berlînê, yekemcar bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê, ji bo penaberên jiyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Li Muzeya Dîrokî ya li paytexta Elmanya Berlînê, yekemcar bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê, ji bo penaberên jiyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Li Muzeya Dîrokî ya li paytexta Elmanya Berlînê, yekemcar bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê, ji bo penaberên jiyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Serokkomar Joachîm Gaûck di axaftina xwe ya li bîranînê de diyar kir ku penaber 'Ji bo Elmanyayê şensek e' û ji civakê xwest hîn bêhtir hestyar be.
Gaûck bibîr xist ku di nava sînorên welatê wan ê di dawiya Duyemîn Şerê Cîhanê de teng bû de, ji 14 mîlyon Elmanên Polonyayî û Çekoslovakyayî re malovanî hatiye kirin û anî ziman ku penaberên di roja îro de hejmara wan bi sed hezaran e, divê ne pirsgirêk bin.
Joachîm Gaûck diyar kir ku li gelemperiya cîhanê bi qasî 60 mîlyon mirov dûrî ji welatê xwe weke penaber dijîn û destnîşan kir ku di serî de Elmanya welatên Ewropayê wê bi berpirsyariyên nû re rû bi rû bimînin.
Rayedarên hikûmetê yên li merasîmê axivîn jî, dan xuyakirin ku divê penaber weke mijareke siyaseta navxweyî neyê nirxandin.
Di merasîma ji bo bîranîna penaberan de Asma Ebûbekir Elî ya ji Somalî û ji Elmanên piştî Duyemîn Şerê Cîhanê bi zorê ji Komara Çekê hat koçberkirin Edîth Kîesewetter-Gîese axivîn. Penaberên jin, zext û êşên li welatê xwe û di rêyên koçberiyê de jiyane, vegotin.
Li gorî hejmarên ji aliyê hikûmetê ve hatin ragihandin, Elmanyayê par ji bo penaberên li gelemperiya cîhanê 400 mîlyon Euro xerc kiriye.
Li gorî Wezîrê Hevkarî û Pêşvebirinê Gerd Muller, bi tenê di 18 mehên dawî de ji bo penaberên ji Sûriye û Iraqê reviyan û xwe li Urdun û Lubnanê girtin, di çarçoveya 150 projeyan de 650 mîlyon Euro hatiye şandin.