Li Swêdê kesên beşdarî DAIŞ’ê bibin wê bên cezakirin

Pispor Lars Werkstrom ê ji aliyê hikûmeta hikûmeta Swêdê ji bo diyarkirina tedbîrên pêşîgirtina li kesên beşdarî DAIŞ'ê dibin hat wezîfedarkirin, pêşniyara xwe duh ji hikûmetê re ragihand.

Pispor Lars Werkstrom ê ji aliyê hikûmeta hikûmeta Swêdê ji bo diyarkirina tedbîrên pêşîgirtina li kesên beşdarî DAIŞ'ê dibin hat wezîfedarkirin, pêşniyara xwe duh ji hikûmetê re ragihand.

Di pêşniyarê de tê gotin ku kesên beşdarî çalakiyên terorê dibin, perwerdeya leşkerî dibînin û yên alîkariyê didin wan, divê bên cezakirin. Her wiha yên desteka aborî didin jî cezayê wan girantir dibin.

Piştî pispor pêşniyara xwe da hikûmetê, Wezîrê Dadê yê Swêdê Morgan Johansson, Wezîrê Karên Hundir Anders Ygeman daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku Swêd hem li pêşberî kesên li Swêdê dijîn û hem jî li pêşberî kesên li welatên din dijîn berpirsyar e û destnîşan kirin ku armanca wan pêkanîna ewlehiya her kesî ye.

Wezîran diyar kirin ku ji bo bicihanîna vê armanca xwe wan gaveke nû li dijî terorîzmê avêtine û anîn ziman ku ji bo pêşî li beşdarbûnên rêxistina terorê bê girtin wê di qanûnan de guherînê bikin. Wezîran gotin: "DAIŞ li kesên wek wan nafikirin yên li Iraq û Sûriyêyê dijîn komkujiyan dike."

BEŞDARBÛNA WELATIYÊN SWÊDÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku kesên beşdarî nava DAIŞ’ê dibin piranî diçin Iraq û Sûriyeyê û hat gotin: "Ji Swêdê bi sedan kes beşdar bûne. Li wan deran bi dehan mirin, hinek vegeriyan û koçî welatê din kirine. Beşdarbûna welatiyên Swêdê ya li DAIŞ’ê, fînansekirina DAIŞ’ê nayê qebûlkirin. Krîmînalîzekirina beşdarbûna çeteyên DAIŞ’ê ji bo ewlehiya Swêdê girîng e. Yên ji DAIŞ’ê vegeriyane jî serî li çalakiyên terorê didin. Tenê krîmînalîzekirin jî têr nake. Ji bo pêşî li beşdarbûna ciwanan bê girtin divê xebatên berfireh bên kirin."

Wezîrê Dadê Margon Johansson dema pêşniyara pispor wergirt, bersiv da pirsên rojnamevanan û destnîşan kir ku kesên beşdarî DAIŞ'ê dibin divê werin cezakirin û zîndanîkirin.

'ÎNTERNET BI SÛCÊN KU DAIŞ’Ê KIRINE TIJE YE'

Johansson got: "Nekarin bêjin, me nizanibû ew kî ne. Di înternetê de sûcên van koman kirine hene."

Sûcên DAIŞ’ê kirine wiha rêz kirin; qetilkirina sivîlan, sirgûnkirina gel, dîlgirtina jin û zarokan û firotina wan."

Di pêşniyara Werkstorm de tê gotin kesên bi armanca çalakiya terorê an jî perwerdeya leşkerî diçin derveyî welat divê ji 6 mehan heta 2 salan bi cezayê ragirtina li girtîgehê bên cezakirin û  yên desteka aborî didin jî cezayê wan bên zêdekirin.

Wezîr Johansson û Ygeman îdîa kirin ku guherînên di qanûnan de û zêdekirina cezayan wê pêşî li beşdarbûnan bigirin, lê pispor diyar dikin ku ev têr nake.

Pisporê Dibistana Bilind a Parastinê ya Stockholmê Magnus Ranstrop diyar kir ku guherînên di qanûnan de ji bo pêşî li beşdarbûnên DAIŞ’ê bê girtin, têr nake û got: "Ez nabêjim cezayê giran, lê cezayê girtîgehê yê 2 salan zêde ne bi bandor e. Ev cezayên bên dayîn wê van kesan zêdetir radîkal bike û divê giranî bidin tedbîrên ku pêşî li beşdarbûnan digirin."

Profesor Saîd Mahmoudî jî ragihand ku guherînên di qanûnan de tên kirin, dibe rê li ber pirsgirêkan vebikin.

Polîsê Ewlehiya Swêdê (Sapo) da zanîn ku ji Swêdê heta niha 300 kes bi armanca beşdarî DAIŞ’ê bibin çûne Suriye û Iraqê û got ji van 40 kes mirine û 80 kes jî vegeriyane.

Berdevkê Çapemeniya Polîsê Swêdê, Fredrîk Mîlder jî da xuyakirin di çûyînên Iraq û Sûriyeyê de kêmbûnek tine û beşdarbûna DAIŞ’ê didome.

...