Li Derya Spî duh 900 koçber hatin rizgarkirin
Li Derya Spî duh bi qasî 900 koçber hatin rizgarkirin. Keştiyên Fransayê yên tevlî operasyonên rizgarkirinê bû, bi qasî 300 koçber rizgar kirin.

Keştiyên hêzên deryayî yên Îtalyayê, bi roja 286 koçber ji keştiyekê rizgar kirin. Di daxuyaniya hêzên deryayî yên Îtalyayê de hat ragihandin ku yek ji koçberan di keştiyê de miriye. Her wiha sê koçber jî, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi helîkopteran rakirine nexweşxaneyê.
Keştiye Hollandayê jî 320 koçber li nêzî Maltayê rizgar kir. Tê payîn ku keştiya Hollandayê jî nêzî peravêyn Îtalyayê bibe.
Fransiyan jî di operasyona rizgarkirinê ya li peravên Îtalyayê de cih girtin û 51 jê zarok û jin 297 kes rizgar kirin.
Tê gotin ku 297 kes sê sed kîlometre dûrî peravên Îtalyayê di keştiyeke ji 20 metreyî dirêj de hatine dîtin.
Ji destpêka sala 2015'an û vir ve 38. 690 kes bi qaçaxî hatin Ewropayê. Rêxistina Koçberan a Navneteweyî dibêje 1770 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Piraniya yên tên Ewropayê ji Erître, Etiyopya, Somalî, Sûriyeyî, Nîjeryayî û Gambiyayî ne.