Li Elmanyayê ku ji ber zêdebûna hejmara penaberan pêwîstî bi wargehên nû heye, êrîşên nîjadperestî jî zêde dibin. Wargeheke penaberan a li Brandenbûrgê lê êrîşê rast hat. Lê ji ber ku wargeh hînê vala bû, tiştek bi kesî nehat.
Li bajarê Zossen ê eyaleta Brandenbûrgê, rastgirên tund xwestin wargeheke penaberan hilweşînin. Şewata li wargehê hat derxistin hat vemirandin û polîsan du kesên 23 û 32 salî kirin binçavan.
Hat ragihandin ku di wesayîta kesên hatine binçavkirin de fîşekên hewayî yên qedexe, parçeyên niftikê, madeyên şewatê û plakatên ji dirûşmên dijminatiya li biyaniyan hatin dîtin.
Rayedarên polîsan aşkera nekirin ku nîjadperestan zanîbûn an jî nezanîbûn wargeha penaberan vala ye yan na. Tê gotin ku komên rastgir ên tund xwestine pêşî li vekirina wargeha penaberan a di meha pêş de were vekirin, bigirin.
Li Elmanyayê par 202 hezar serlêdanên ji bo penaberiyê hati kirin, îsal jî di 4 mehên destpêkê de 114 hezar serlêdan hatin kirin. Tê texmînkirin ku heta dawiya salê ev hejmar bigihêje 400 heta 500 hezarî.
Herî dawî li eyaletên Rheinland-Pfalz, Sachsen-Anhalt û Schleswig-Holsteinê wargehên penaberan li êrîşan rast hatibûn. Di hefteya bihurî de li bajarê Lubeckê êrîşek li hemberî maleke penaberan hatibû kirin û tespît bûbû yê ev êrîş kiriye karmendekî dewletê ye. Li karmendê mijara gotinê cezayê 2 salan ê çavdêriyê hatibû birîn.