Li Brezîlyaya xwe ji bo Olîmpiyada 2016'an amade dike, bi hezaran karkerên aktîf ên di xebatên binesazî û înşeatê de dixebitin, ji bo heqdestên wan werin zêdekirin, ketin grevê.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Binesazî û Înşeatê Nîlson Dûarte Costa daxuyaniyek da û diyar kir ku ji sedî 70 ê karê înşeatê yê li Rîo de Jenerîo teviziye. Costa anî ziman ku grevê herî zêde bandor li xebatên Stadyûma Engenhao, kompleksa Deodoro, Balafirgeha Galeao, metro û rêyên ji bo Olîmpiyadan tê çêkirin, kiriye.
Di daxuyaniya şîrketa ji olîmpiyadan berpirsyar a Şaredariya Rîo de Jenerîo de hat îdîakirin ku grevê bandor bi tenê li beşeke biçûk a kompleksa Deodoro kiriye. Şîrketê îdîa kir ku grev wê bandorê li plansaziya ji bo xebatên înşeatê hatiye destnîşankirin, neke.
Tê payîn ku grev heta roja Înê dewam bike ku wê di vê rojê de Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî (IOC) civînekê lidar bixe.
Li gorî sendîkayan zêdeyî 10 hezar kedkarên înşeatê tevlî grevê bûne.