Li Burundî xeteriya drama mirovahiyê
Li Burundî ya ku li ber şerekî etnîkî yê nû ye, ji ber krîza siyasî bi dehezaran kesî koçî welatên cîran kirin.
Li Burundî ya ku li ber şerekî etnîkî yê nû ye, ji ber krîza siyasî bi dehezaran kesî koçî welatên cîran kirin.
Li Burundî ya ku li ber şerekî etnîkî yê nû ye, ji ber krîza siyasî bi dehezaran kesî koçî welatên cîran kirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) şerên di navbera Hutu û Tutsiyan yên ku bûn mirina bi sed hezaran kesî, ji bo welat operasyoneke mirovî ya navneteweyî hewce dike.
Li welatê Burundî yê Afrîkayê, Serokdewlet PÎerre Nkurunzîzay yê bi bi eslê xwe Hutu ye îsrar dike ku cara sêyemîn beşdarî hilbijartinan bibe û bi berxwedana tund a muxalafetê re rû bi rû dimîne. Namzetiya Nkurunzîza di roja bihurî de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat erêkirin û bi vê re li welat ji sala 2000’î heta niha yekem car xetereya şerekî navxweyî yê cidî derket holê.
Muxalefet li dijî namzetiya Nkurunzîza ku di 25’ê Nîsanê de ji aliyê partiya wî Cndd-FDD ve bi awayekî fermî hat îlankirin, derketin û hat gotin ku ev rewş li dij destura bingehîne. Lê Dadgeha Destura Bingehîn, got Nkurunzîza dema xwe ya yekem a sala 2005’an bi dengdayîna li parlamentoyê bidest xistiye û îsal cara duyem bi dengên gel wê Serokdewlet bê hilbijartin.
Li aliyê din jî piştî çalakiyên protestoyî zêde bûn şûnde, mirin hatin jiyîn û bi vê re hejmara kesên welat terk kirin bi awayekî cidî zêde bûn. Konseya Bilind a Penaberan a NY’ê (UNHCR) diyar kir ku ji ber krîzê nêzî 40 hezar kesî welat terk kiriye.
Nêzî 25 hezarî çûn Ruandayî, 7 hezar çûn Tanzanyayê û 7 hezar û 300 jî çûn Komara Kongo a Demokratîk.
Cigirê sekreterê Giştî yê berê yê ji operasyonên alîkariyên mirovahî yê NY’ê berpirse, Jan Egeland got ji bo pêşî li drameke mirovahiyê bê girtin divê civaka navneteweyî mudaxale bike. Engeland ku di konferansê de axivî diyar kir ku hewcedariya Burundî bi alîkariyê heye.
Beşek mezin a nifûsa Burundî ji Hutu û Tutsiyan pêk tê. Di şerê sedsala 20. de bi sedhezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Herî dawî 300 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û şerê navxweyî di 2000’î de bi lihevkirinê bi dawî bibû.