Li Qada Sor merasîmeke mezin

Di 70. salvegera serketina Yekîtiya Sovyetan a li hember Elmanyaya Nazî, li Qada Sor bi tevlîbûna 16 hezar û 127 leşkeran merasîma meşa girseyî pêk hat.

Di 70. Salvegera serketina Yekîtiya Sovyetan a li hember Elmanyaya Nazî, li Qada Sor bi tevlîbûna 16 hezar û 127 leşkeran merasîma meşa girseyî pêk hat.

Tankên Armata T-14 ku ji aliyê hin derdoran ve wek tankên herî bihêz ên cîhanê tên nirxandin, fuzeyên 50 ton, bi dehan balafirên şer, çekên modela herî dawî û zêdetirî 16 hezar leşker tevlî merasîma meşa leşkerî bûn. Rûsyayê bi qasî saetekê têkildarî hêza xwe ya leşkerî xwepêşandan li dar xist.

Afîşên Stalîn jî bal kişandin, tifaqên Rûsyayê yên Amerîkî û Ewropayî yên di serketina li hember Naziyan de merasîm boykot kirin.

Li Qada Sor a Moskowa li rex Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn, gelek serokdewlet jî amade bûn. Di nav wan de serokên Çîn, Misir, Hîndîstan Venezuella, Afrîkaya Başûr û Kuba hebûn.

Bi sedhezaran mirov ji bo pîrozbahiyan li Qada Sor kom bûn, Vladîmîr Pûtîn di axaftina xwe ya merasîmê de got: "Ya li hember Elmanyaya Hîtler nuqteya dawî li şer xist Artêşa Sor bû. Yekîtiya Sovyetan di şerê herî bi xwîn de cih girt."

Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyet di tevahiya 2’yemîn Şerê Cîhanê de bi mirina zêdetirî 25 mîlyon mirovan li dijî faşîzmê û parastina welêt de berdêla herî giran dabû. Vladîmîr Pûtîn, her çiqasî serokdewletên wan jî nehatibûn ji ber tevkariya di serketina li hember Naziyan de gelên Îngîltere, Fransa û DYA spas kir.