Di têkiliyên Hîndistan-Bangladeşê de qonaxek girîng: Guherîna xakê
Parlamentoya Hîndistanê, guhertina destûra bingehîn ya ku guherîna xakê ya di navbera Hîndistan û Bangladeşê de pêk tîne, erê kir.
Parlamentoya Hîndistanê, guhertina destûra bingehîn ya ku guherîna xakê ya di navbera Hîndistan û Bangladeşê de pêk tîne, erê kir.
Parlamentoya Hîndistanê, guhertina destûra bingehîn ya ku guherîna xakê ya di navbera Hîndistan û Bangladeşê de pêk tîne, erê kir.
Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modî, li ser çapemeniya civakî îlan kir ku parlamentoyê guherîna destûra bingehîn erê kiriye û di aliyê têkiliyên Hîndistan-Bangladeşê de îmze avêtiye rojeke dîrokî.
Modî bi lêv kir ku guherîna destûra bingehîn di navbera her du welatan de ‘mutabaqatek her tim’ pêk aniye û ji paşerojê heta îro pirsgirêkê heyî wê çareser bike.
Di navbera her du welatên cîran de yek ji pirgirêkên herî girîng, nelihevkirina sînor bû. Sedema sereke ya pirsgirêkê jî ev bû, di aliyê hundir ê sînorê ku 4 hezar kîlometre di navbera her du welatan de dirêj dibe de, 151 herêmên xwecihî yên bi nîqaş e.
Bi 10 hezaran Bangladeşî li van 51 herêmên xwecihî yên xaka Bangladeşê tê hesibandin dijîn. Ev kesên li vir dijîn bi fermiyetê de welatiyên Bangladeşê ne lê li Hîndistanê di qadeke biçûk de dijîn.
Ji ber vê yekê jî her du welat jî di nuqteya ku xizmeta civakî nekare xwe bigihînê de cih digirin. Bi heman awayî li 150 xwecihên di nava Bagladeşê de, welatiyên fermî yên Hîndistanê dijîn. Ev mirov di statuya bêdewletbûnê de ne. Ji mafên xizmeta civakî û welatîbûna her du welatan feydeyê nagirin.
Bi lihevkirina nû re 100 cih wê ji bo Bangladeşê bê dayîn. 51 herêmên di sînorê Hîndistanê de jî wê bidin Hîndistanê.
Her wiha 50 hezar kesên ku li her du aliyan dijîn jî, kîjan welatî bixwazin û bibin welatiyê wê, wê bikaribin tercîh bikin.
Bi vî awayî pirsgirêka ji 1947’an heta niha di navbera her du welatan de dihat jiyîn wê çareser be.