Îngilîz diçin ser sindoqan: Ji sindoqê dibe ku koalîsyon derkeve
Li Îngilîstanê îro hilbijartinên giştî tê kirin. Tê payîn ku ji van hilbijartinan jî koalîsyon derkeve.
Li Îngilîstanê îro hilbijartinên giştî tê kirin. Tê payîn ku ji van hilbijartinan jî koalîsyon derkeve.
Li Îngilîstanê îro hilbijartinên giştî tê kirin. Li vî welatê ku ji sala 2010'an û vir ve bi koalîsyonê tê birêvebirin, tê payîn ku ji van hilbijartinan jî koalîsyon derkeve.
Li gorî anketên hilbijartinê Partiya Mûxafazakar a Serokwezîr Davîd Cameron û Partiya Karker a bi serokatiya Med Mîlîband, berberî hev dimeşin.
Li gorî anketa herî dawî di ya 4'ê Gulanê, tê payîn ku Partiya Mûxafazakar ji sedî 33.5 û Partiya Karker jî ji sedî 33.2 ê dengan werbigirin.
Li gorî heman anketê tê texmînkirin ku Partiya Serxwebûna Qraliyeta Yekbûyî UKIP a dijberê koçberan e ji sedî 13 hevparê biçûk ê hikûmeta niha ya koalîsyonê Demokratên Lîberal ji sedî 8.6 û Partiya Keskan ji sedî 5.2 ê dengan werbigirin.
Di kampanya hilbijartinê ya meheke tê meşandin de 3 serenavên bingehîn derketin pêş: Aborî, polîtîkaya koçberiyê û têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re.
Di kampanya hilbijartinê de di nîqaşên li ser aboriyê de mijarên cihên kar, valahiya budçeyê û rêjeya mezinbûnê hatin nirxandin. Lê belê ev nîqaş li polîtîkayên teserûfê yên ji sala 2010'an û vir ve tê meşandin, asê ma.
Hikûmeta Partiya Mûxafazakar-Demokratên Lîberal a di sala 2010'an de hat ser desthilatdariyê, ji 2. Şerê Cîhanê û vir ve polîtîkaya herî dijwar a teserûfê li Îngilîstanê xistin meriyetê.
Serokwezîr Davîd Cameron, ji bo aboriya di krîza 2008'an de hilweşiya careke din rake ser piyan, lêçûnên li qada cemaweriyê qut kir.
Armanca bingehîn a Serokwezîr, çareserkirina valahiya budçeyê ye. Serokwezîr Cameron di kampanya xwe ya hilbijartinê de soz da ku heta sala 2018'an valahiya budçeyê dagire.
Partiya Karker jî soza bi temamî ji holê rakirina valahiya budçeyê dide. Lê belê weke mûxafazakaran demeke diyar nade û dibêje 'Her sal wê valahiya budçeyê bi awayekî qedemeyî bê kêmkirin.' Li aliyê din Partiya Karker bi temamî li dijî polîtîkaya teserûfê ye. Li şûna vê polîtîkaya 'teserûfa nerm' pêşniyar dike. Bi vê pêşniyara xwe re jî rastî rexneyên derdorên çep tê.
Di mijara polîtîkayên koçberiyê û têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re bernameya Partiya Serxwebûnê ya Qraliyeta Yekbûyî UKIP balê dikişîne.
Ji bo koçberên kalîfiye li welêt bê qebûlkirin UKIP dixwaze bi sîstema pûan re serlêdan werin nirxandin û li dij e ku salane zêdeyî 50 hezar koçberên kalîfiye bên.
Partî dixwaze heman piştî hilbijartinê endametiya YE bibe mijara referandûmê û dibêje, "Bi encama 'Ji endametiyê re Na' ya derkeve holê re wê endametiya li YE bi temamî were bidawîkirin."
Partiya Mûxafazakar a bi serokatiya Serokwezîr Davîd Cameron jî dibêje, eger hilbijartinê qezenç bike wê heta asla 2017'an referandûmê pêk bîne. Demokratên Lîberal jî li dijî nêrîna derketina ji YE ne.
Di hilbijartinan de wê Kamera Avam a ji 650 kursiyî bê hilbijartin. Ji bo partiyeke siyasî bibe desthilatdar jî pêwîstî herî kêm bi 326 kursiyan heye.