Îdîayên 'Swêdê dest ji naskirina qirkirinê berdaye' hatin derewandin

Sekreterê çapemeniyê yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Erîk Boman, diyar kir ku îdîayên di çapemeniya Tirk ên dibêjin hikûmeta Swêdê biryara parlamentê ya naskirina qirkirina Ermenî, Suryanî û Rûmên Pontûsê betal kiriye, ne rast e.

Sekreterê çapemeniyê yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Erîk Boman, diyar kir ku îdîayên di çapemeniya Tirk ên dibêjin hikûmeta Swêdê biryara ku parlamentê ya naskirina qirkirina Ermenî, Suryanî û Rûmên Pontûsê betal kiriye, ne rast e.

Di rojên buhrî de di çapemeniya Tirk de gotinên weke Boman gotiye, ‘Ji bo trajediyeke ku 100  sal berê hatiye jiyîn, beyî lêkolîn bê kirin, parlamentoyê biryar girtiye û bi vê biryarê re welatek nekare qirkirinê îlan bike’ cih girtin û her wiha hat îdîakirin ku hikûmeta Swêdê biryar rakiriye.

Boman pirsên me yên têkildarî mijarê de bersivand û got ku di daxuyaniya daye çapemeniya Tirk de ti car fikra wî ya têkildarî qirkirinê de neguheriye.

Boman da zanîn ku ne mimkun e biyara parlamentoyê girtiye, bê rakirin û got: “Parlamentoyê di 2010’an de biryar girt ku li ser Ermenî, Asûrî-Suryanî û Pontus Ruman qirkirin pêk hatiye. Ev biryar jî derbasdar e. Her wiha biryar hatiye dayîn ku mijar ji aliyê hikûmeta nû dîsa li ber çavan re bê derbaskirin û ev ne ji aliyê siyasetmedaran ve, ji aliyê hiqûqnas û dîroknasan ve tê kirin.”

Berdevkê polîtîkaya Derve ya Partiya Çep, Hans Lînde diyar kir ku dîroknasan berê biryar dane û pisporên ku di mijara qirkirinê de lêkolîn kirine, qebûl kirine tiştên di 1915’an de hatine kirin qirkirin e û got: “Min bi gelek dîroknasan re hevdîtin kir û nêrînên wan girt. Dîroknas weke hev difikirin û divê siyasetmedar jî nêrîna wan qebûl bikin. Me ev kir. Ti gumana me tine.  Biryara parlamentoyê derbasdar e. Dibe ku ev biryar hema bikeve jiyanê. Wezîrê Karên Derve yê Berê Carl Bîldt li dij biryarê bû.  Vê ez matmayî nehiştim. Ji ber ku têkiliya Bîldt û hikûmeta berê bi AKP’ê re hebû.”

Dîroknas Vahagn Avedîan jî got dîroknasan gelek berê biryara xwe di mijara qirkirinê de daye û got: “Hikûmeta nû biryara ku di 2010’an de hatiye girtin niha nake pratîkê û ev jî girêdayê hikûmeta Swêdê niha bi Tirkiyeyê re nayê rû hev. Piştî hikûmeta Swêdê, Fîlîstîn wek dewlet nas kir, bi rêvebreiya Siûdî re pirsgirêk jiya. Ji ber van hikûmeta Swêdê naxwaze bi Tirkiyeyê re pirsgirêkan bijî.”

Wezîrê Karên Derve Margot Wallstrom got ku ji bo biryara qiririnê ya parlamentoyê girtiye dîsa li ber çavan bê derbaskirin, komîsyonekê dest bi peywirê kiriye û wê îsal biryara xwe bide.

Li aliyê din jî Asûrî-Suryaniyên li Swêdê, bi armanca biryar pêk bê, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.