‘Divê di muzakereyên avhewayê de lezgîntir bin’

Civînên têkildarî Konferansa Avhewayî ya di dawiya meha Mijdarê de li paytexta Fransa Parîsê wê destpê bike, didomin. Li gorî Fransaya ku vê hefteyê ji civînan re malovanî kir, divê di muzakereyan de lezgîntir bin.

Civînên têkildarî Konferansa Avhewayî ya di dawiya meha Mijdarê de li paytexta Fransa Parîsê wê destpê bike, didomin. Li gorî Fransaya ku vê hefteyê ji civînan re malovanî kir, divê di muzakereyan de lezgîntir bin.

Li ser navê Fransayê Laurence Tubîana ku beşdarî muzakereyên têkildarî pêşîgirtinên li dijî germahiya global bigirin, bû, têkildarî Civîna Avhewaya li Parîsê de hişyarî kir. Tubîana got ku divê Fransaya ku ji muzakereyan re malovaniyê dike, hevdîtinan lezgîn bike û yan jî wê bi ser nekeve.

Muzakerevanê Fransî ku li Parîsê ji çapemeniyê re axivî, diyar kir ku hevdîtinên têkildarî li hevkirina heta meha Kanûnê di Protokola Kyoto de cihê xwe digire, hêdî bûne. Tubîana bi lêv kir ku 50 welatên beşdarî muzakereyan dibin, bi pêvajoyê bawerin û dixwazin civîna Parîsê bi serketinê encam bibe.

Tubîana wiha berdewam kir: “Di muzakereyan de hemû welat ji bo pêşîgirtina li germahiya global li hev kirine. Hinek welat ji ber mafê serdestiyê bi fikarin. Fikarên me di alî ku kêmkirina belavbûna karbondîoksît wê bandorê li hilberîna sanayiyê bike heye.”

Di civînên beriya koneransa ku wê di navbera 29’ê Mijdar-11’ê Kanûnê de pêk bên, berdewam dikin, berfirehiya lihevkirina ku di Kyoto de cihê xwe digire tê muzakerekirin. Lingê din ê muzakereyê di navbera 1-11 Hezîranê de li bajarê Bonn a Elmanyayê tê organîzekirin.

Di çarçoveya muzakereyên li Bonnê de pêşnûmeya tê hedefkirin di meha Kanûnê de bê îmzekirin, tê nîqaşkirin.

Mijara germahiya global wê di 7-8’ê Hezîranê de di Civîna G-7 a li Elmanyayê pêk tê de wê bê rojevê.