Ewropa bi nexweşiya obezîteyê re rû bi rû ye
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyar kir ku Ewropa wê heta sala 2030’î bi nexweşiyeke obezîteyê ya rastîn re rû bi rû bê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyar kir ku Ewropa wê heta sala 2030’î bi nexweşiyeke obezîteyê ya rastîn re rû bi rû bê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyar kir ku Ewropa wê heta sala 2030’î bi nexweşiyeke obezîteyê ya rastîn re rû bi rû bê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanên ku li Pragê kongreya xwe ya salane ya Ewropayê pêk anî, got: “Ewropa wê bi krîzek mezin re rû bi rû bê.”
Li gorî lêkolîneke ku ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya navenda wê li Kopenhagê hatiye kirin, li Îrlandayê nifûs wê hema hema hemû heta sala 2030’ê qelew an jî bibin obez.
Texmînên têkildarî Brîtanyaya Mezin de jî alarmê didin. Di lêkolînê de tê gotin ku heta sala 2030’î ji sedî 33 jinên Brîtanyaya Mezin û ji sedî 36’ê mêr wê bibin obez.
Li Yewnanîstan, Îspanya, Swêd û Komara Çek jî di nifûsê de wê bi rêjeyek girîng obezîte zêde bibe. Mînak li Yewnanîstanê di 2010’an de ji sedî 20’ê mirovan obez bû û ev wê di 2030’an de du qat be, yanî wê bibe ji sedî 40.
Li gorî lêkolînê 53 welatên ketine çarçoveya lêkolînê, nifûsa wan a ciwan û mezin wê qelew û obez bin.
Tenê li hinek welatan wê kêm be yan jî bisekine. Di serê van de jî Hollanda tê. Li Hollandayê di 2010’an de rêjeya obezbûnê ji sedî 10 bû û di 2030’an de wê bikeve ji sedî 8’ê.
Kardiyovaskuler, diyabet û hinek cureyên kanserê di obezîteyê de faktorên girîng ên bi rîsk in.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li tevayî cîhanê di 2014’an de 1.9 mîlyar kesên mezin qelew bûn. Ji van ji 600 mîlyonî zêdetir jî obez bûn.
Rêxistina tenduristiyê diyar kir ku di navbera 1980 û 2014’an de li tevayî welat, obezîte du qat bûye.