Ji bo hevpeyvîna komkujiya Parîsê Xelata Taybet a RSF

Xelatên rojnamevaniyê yên ji aliyê RSF, GEN û malpera Rue89 ve tên dayîn, gihaştin xwediyê xwe. Emmanûelle Valentî ku der heqê komkujiya Parîsê de li ser lêgerîna edaletê ya jinên Kurd hevpeyvîn kir, hêjayî Xelata Taybet a RSF hat dîtin.

Xelatên rojnamevaniyê yên ji aliyê Rêxistina Rojnamevanan a Sînornenas (RSF), Global Editors Network (GEN) û malpera Rue89 ve tên dayîn, bûn ên xwediyê xwe. Emmanûelle Valentî ku der heqê komkujiya Parîsê de li ser lêgerîna edaletê ya jinên Kurd hevpeyvîn kir, hêjayî Xelata Taybet a RSF hat dîtin.

Emmanûelle Valentî a mora xwe avêt binê hevpeyvîna li ser mijara siyasetmedarên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin, hêjayî Xelata Taybet a RSF hat dîtin. Valentî di hevpeyvîna xwe ya bi navê 'Jin, Têkoşîn, Azadî (La femme, la lutte, la liberté) de bal dikişand ser bûyerên dema Komkujiya Parîsê û piştî komkujiyê.

Di hevpeyvînê de têkoşîna jinên Kurd a ji bo ronîkirina komkujiyê û bêdengiya Fransa û dewletên Ewropayê dihat destnîşankirin.

Xelata Taybet a Rue89, ji be xebata xwe ya bi navê 'Sans A' a li malpera nûçeyan a înternetê ku ji bo destekkirina mirovên bê mal ê Fransayê ji aliyê dildaran ve hatiye çêkirin, ji Helene Pîllon re ha dayîn.

Xelata Taybet a Global Editors Network (Tora Edîtorên Global-GEN) jî ji hevpeyvînek li ser mijara berxwedana jinên Aborjîn ên li Awûstûralyayê re hat dayîn. Di xebata portre ya bi îmzeya Celîne Petît de têkoşîna jinê Aborjîn tê vegotin.