Ebola li Lîberyayê qediya: Dor hatiye welatên din

Şewba Ebola ku di nava salekê de rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar Afrîkayî vekir, hat ragihandin ku li Lîberyayê bi temamî hatiye têkbirin. Armanca NY qedandina vîrûsê li Gîne û Sîerra Leone ye.

Şewba Ebola ku di nava salekê de rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar Afrîkayî vekir, hat ragihandin ku li Lîberyayê bi temamî hatiye têkbirin. Armanca Neteweyên Yekbûyî (NY) qedandina vîrûsê li Gîne û Sîerra Leone ye.

Şewba Ebola ku di Kanûna 2013'an de destpê kir û li welatên Rojavayê Afrîkayê Gîne, Lîberya û Sîerra Leone bi 26 hezar 600 kesî ket, rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar kesî vekir. Hat ragihandin ku li Lîberyaya heta roja îro 4 hezar 716 kesan jiyana xwe ji dest dane, şewba Ebola lê bi dawî bûye.

Di daxuyaniya duh a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) a Neteweyên Yekbûyî de hat gotin ku di nava 42 rojên dawî de li Lîberyayê nexweşekî ji ber vîrûsa ebola nehatiye dîtin. Bi vî rengî zelal bû ku nexweşî bi temamî ji vî welatî çûye.

Li Lîberyayê mirina herî dawî ya ji ber Ebola di 28'ê Adarê de hatibû tespîtkirin. Li vî welatî heta roja îro bi giştî 10 hezar 500 nexweşên ji ber vîrûsa Ebola hatibûn dîtin û ji van 4 hezar 716 kes miribûn. Li Lîberyayê hejmara nexweşên heftane dihatin tespîtkirin ji 300 heta 400 kesî bû.

Di daxuyaniya WHO ya meha Adarê de hatibû ragihandin ji bilî Lîberyayê rewşa li Gîne û Sîerra Leone tirsnak e. Li van her du welatan hînê bi dehan kes her hefte bi nexweşiyê dikevin û tê texmînkirin ku gelek cenazeyên ji rayedaran re nehatine gotin ên mirovên ji ber nexweşiyê mirine, bêyî wergirtina tedbîran hatine veşartin.

Li hemberî vîrûsa Ebola hînê tedawiyeke zelal nehatiye dîtin. Derziya bi navê VSV-EBOV a ji aliyê pisporên Kanadayî ve hatiye çêkirin hînê li Gîneyê di asta testê de ye. Derziyeke din a li DYA hat amadekirin jî li Lîberyayê hatibû ceribandin.