Rêjeya CO2 a li atmosferê di asta rekorê de ye
Amadekariyên civîna bilind a avhewayê ya ku wê di meha Kanûnê de li Parîsê pêk bê, didomin. Zêdebûna CO2 ya rola wê di germahiya global de heye, didome.
Amadekariyên civîna bilind a avhewayê ya ku wê di meha Kanûnê de li Parîsê pêk bê, didomin. Zêdebûna CO2 ya rola wê di germahiya global de heye, didome.
Amadekariyên civîna bilind a avhewayê ya ku wê di meha Kanûnê de li Parîsê pêk bê, didomin. Zêdebûna CO2 ya ku rola wê di germahiya global de heye, didome.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Daîreya Atmosfer û Okyanûsê ya Amerîkayê (NOAA), di hema Adarê de rêjeya CO2 a atmosferê gihiştiye astek rekorê. NOAA diyar kir ku asta CO2 ya li atmosfera cîhanê gihiştiye di mîlyonekê de 400 partîkuleyê.
Serokê ekîba NOAA ku belavbûna CO2 şopandin, Pîeter Tans têkildarî ku di mîlyonekê de 400 partîkul (parçe) CO2 hatiye dîtin de wiha got: “Êdî tenê meseleya demê bû.” Tans diyar kir ku di lêkolînên ku li Arktîkê hatine kirin de ji bihara 2012’an heta niha dîtin ku ev sînor hatine derbaskirin. Tans bi lêv kir ku li Hawaî jî ev sînor di 2013’an de hatiye derbaskirin.
Tans wiha got: “Ev zêdebûn di 200 salên dawî de pêk hatiye. Beriya sedsala 18. li atmosferê di mîlyonekê de ji 300’î kêmtir parçeyên CO2 heye. Ji şoreşa sanayiyê heta niha di mîlyonekê de 120 parçe zêde bûne.
Zêdebûna CO2 a li atmosferê rê li ber germahiya global jî vedike. Konferansa Avhewaya Parîsê ya li Fransayê ji aliyê NY’ê ve tê kirin, hedef dike ku di lihevkirinên nû yên ku cihê protokola Kyoto digire, li hev bikin.
Zanistan li dijî karesatên xwezayî yên ku germahiya global rê li ber vedike, hişyar kir û got ku di sedsala 19. de germahî divê bi 2 dereceyî bê sînorkirin.